Di meha hezîranê de serdanên nûnerên dewletên ewropayê û yên herêmê ya bi nûnerên rêveberiya xweser re zêde bûn. Ji DYA’yê heta Fransa, Holanda, Belçîka, Erebistana Siûdî û gelek dewletên din nûnerên xwe şandin bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Di demên pêş de jî ji bo nîqaşa çareseriya siyasî û amadekirina destûra bingehîn, nûnerên rêveberiya xweser dê li Osloyê bi Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Gerr Pedersen re bicive
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 23’yê adarê de têk birin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku herêm derbasî qonaxeke nû bûye. Piştî vê serkeftina dîrokî, gelek şandeyên rojavayî ku ji nûnerên wezaretên derve yên gelek dewletan pêk dihatin cara yekemîn di destpêka hezîranê de serdana herêmê kirin.
Di nava van şandeyan de seroka Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê, desteya hevpar a wezaretên derve yên Fransa û Holandayê, şandeya wezareta derve ya Belçîka, Siwêd û Erebistana Siûdî, şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Sûriyeyê William Robak û şandeyek ji Pentagonê jî hebûn.
Naveroka hevdîtinan
Di serdanan de pêwîstiya avakirina dadgeheke navdewletî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û destnîşankirina sûcên şer ên li herêmê hatine kirin, nîqaş hatin meşandin. Daxwaza darizandina çeteyên DAIŞ’ê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji hêla şandeyan ve jî bi erênî hate nirxandin. Ev yek bi nameya ku şandeya Holandayê daye rêveberiya xweser re jî diyar bû. Di nameyê de daxwaza rêveberiya xweser di cih de dihat nirxandin.
Li Parîsê civîn tê lidarxistin
Şandeyan di serdanên xwe de amadekariyên xwe yên ji bo jinûveavakirina herêmê û xebatên xizmetguzariyê vegotin. Li gorî nûnerên wezaretên derve yên Fransa û Holandayê, dê di 25 û 27’ê hezîranê de li paytexta Fransayê Parîsê di vê der barê de bi tevlêbûna nûnerên Fransa, Holanda, Amerîka, Ingilîstan, Almanya, Erebistana Siûdî, Misir û Urdinê civîneke biçûk bê lidarxistin. hat destnîşankirin ku armanca civînê ew e ku makenîzmeya destekdayîna rêveberiya xweser û tevlikirina wê di prosesa siyasî de dê bê nîqaşkirin.
Rêveberiya xweser dê bi Pedersen re bicive
Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer bi ANHA’yê re axivî. Umer wiha got: “Di serdanan de bi giştî rewşa Sûriye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin. Prosesa siyasî ya li gorî civînên Cenevreyê, biryara navneteweyî ya hejmar 2254, pêwîstiya tevlêbûna nûnerên rêveberiya xweser a di pêvajoya siyasî û komîteyên amadekirina destûrê de hate nîqaşkirin. DYA û dewletên ewropî soz dan ku dê me jî tev li pêvajoya çareserkirina siyasî bikin. Hêvîdarim ev serdan bibin destpêka xurtkirina têkiliyan a di navbera rêveberiyê û civaka navdewletî de. Di demên pêş de nûnerên MSD’ê dê li Osloyê bi şandeya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Gerr Pedersen re bicive. Di civînê de dê pêvajoya çareseriya siyasî û amadekirina destûra bingehîn bê nîqaşkirin.” GIRÊ SPÎ