Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser du kampên nû ava dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zêdetirî 300 hezar welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn, 2 kampên nû ava dike. Rêveberiya Xweser banga alîkariyê li cîhanê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku hejmara welatiyên ku ji 9’ê cotmehê ve ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne gihiştiye 300 hezaran. Piraniya şêniyan li Hesekê, Reqa, Tebqa û gundewarên wê dimînin. Ji welatiyan hinek jê li cem xizmên xwe û hinek jî li mizgeft, dibistan û cihên giştî bi cih bûn.

Ji ber rewşa xerab a koçberan û bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî vegera koçberan, Rêveberiya Xweser biryar da ku yek jê li gundê Tiwêne yê Hesekê û yek ji li gundê Til Simin ê Reqayê bi giştî 2 kampan ava bike. Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser Cîhan Mihemed got ku hewl didin bi derfetên heyî kampan ava bikin.

14 kampan hatine avakirin

Di heman demê de Rêveberiya Xweser li 14 kampên koçberan dinihêre. Gelemperî jê koçberên Iraqê, zêdetirî 117 hezar koçber li van kampan dimînin. Rêveberiya Xweser ji ber êrîşên dewleta tirk, niştecihên kampên Mabrûkayê veguhestin Kampa Erîşeyê û yên Eyn Îsayê jî veguhestin Kampa Mehmudliyê. Ji ber ku rêxistinên mirovî karên xwe taloq kirin, rêveberî hewl dide bi derfetên xwe alîkariyê bide koçberan.

Cîhan Mihemed di serî de yên tenduristiyê, bang li tevahiya rêxistinên mirovî kir ku vegerin û xebatên xwe pêşkêş bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrîşa dewleta tirk, piraniya rêxistinên mirovî yên li rojavayê Kurdistanê ji herêmê derketin. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar