Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker rê li ber vegerandina DAIŞ’ê vedike û got ku dê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin

Navenda Nûçeyan |

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî û tê de bang li hikûmeta Şamê, Amerîka û Rûsyayê kir ku bi lez helwestên xwe ji êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Dewleta tirk bi armanca firehkirina projeya xwe ya dagirkirinê bi zanabûn asta êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Van herêman xwe parast û cîhan ji DAIŞ’ê û komên tundrew ên radîkal parast. Dewleta tirk bi van êrîşan hemû pîvan û lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

Êrîşên dawîn ên dewleta tirk ên li dijî Minbicê, Til Temirê û gundewarê wê û heta herêmên Qamişloyê niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmên me aşkera dikin. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze careke din derfetê bide ku DAIŞ vegere.

Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku li herêmê hêzeke garantor e, helwestên diyar û bilez ji van êrîşên dewleta tirk ên bi zanabûn nîşan bidin. Ev êrîş, aloziya Sûriyeyê kûrtir dike, projeyên dagirkeriyê pêş dixe û herêmê ber bi parçebûnê ve dibe. Di warê herêmî û navneteweyî de gefa vegera DAIŞ’ê dixwe. Dewleta tirk bi rêya van êrîşan hewl dide şert û mercan ji vegera DAIŞ’ê re peyda bike. Her wiha ev êrîş li dijî yekitiya Sûriyeyê ye. Divê hikûmeta Şamê helwesta xwe diyar bike li gel ku ev êrîş li dijî serdestiya Sûriyeyê ye.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin, çi li hundir an jî derve xwepêşendanan li dar bixin û êrîşên dewleta tirk şermezar bikin. Em soz didin wan ku em pabendî agirbestê ne û dê bi hemû hêza xwe li hemberî van êrîşên li dijî gelê me erk û berpirsyariyên xwe bînin cih, ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar