Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser: Em Komîteya Destûra Bingehîn nas nakin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Rêveberiyê ragihand ku ew Komîteya Destûra Bingehîn a ku vîna 5 milyon Sûriyeyî û Rêveberiya Xweser nas nake qebûl nakin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:”Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de tevahî gelên cîhanê yên bi zêdetirî 30 dewletan ku piştegiriya Berxwdana Kobanê kirine, spas kirin. Her wiha bi wê re jî bû roja piştgiriya berxwedana bêhempa ya ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birine û heta serkeftin derbasî tevahî herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wan çeteyan de jî bû.

Erdoganê faşîst li pişt DAÎŞ’ê bû û piştgirî dida. Berê wê ber bi Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen û Tirkmenan dida. Rola wê ya sereke di komkirina çeteyên DAÎŞ’ê û El-Nusra ji tevahî cîhanê û derbaskirina ber bi Sûriyê û Iraqê de bi rêya sînor hebû.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran mirov û ji nav jî jin û zarok bi awayekî hovane  ji tevahî dewletên cîhanê  bi rêy şewatê û serêkirinê, kuştin û jin li sûkan wek kole difirotin.

Dewleta Tirk hewl dide ji nû çeteyên DAÎŞ’ê zindî bike û ev jî bi êrîşên wê yên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re “herêma tevî ewle li Sûriyê ku Kurdî, Ereb û Xiristiyan li ser bingeha demokratî û biratiya gelan dijîn” diyar dibe.

Bi avakirina vê komîteyê re vîna 5 milyon welatiyên Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser hat dûrxistin. Heke em beşdarî avakirina komîteya destûrê û kongreya Cinêvê nebin wê bibe pirsgirêkeke cidî û wê li gor wê komîteyê tev negerin.

Em bang li tevahî dewletên cîhanê yên ku bi navê demokrasiyê, wekheviyê û jiyana birûmet diaxivin dikin ku li dijî van komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê pêk tên bisekinin û nehêlin komkujî pêk werin.

Vîna gelê Sûriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare tevahî planên dijminatiyê têk bibe. Her wiha jî diyar kir ku amade ye tevahî hêza xwe ji bo parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdên xak hatiye parastin da ku jiyaneke hevbeş, azad û rûmet bijîn, pêk bîne. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar