PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rêveberiya xweser: Em mecbûr nînin biryarên ku beriya me hatine girtin pêk bînin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê di hewldanên çareseriyê yên navneteweyî yên ji bo aloziya Sûriyeyê de nûnerên rêveberiya xweser jî bên temsîlkirin. Buroyê diyar kir ku ger wisa nebe, ew mecbûr nînin ku encamên van civînan pêk bînin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewldanên çareseriyê yên nûnerê navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen û girîngiya beşdarbûna rêveberiya xweser a di civînên navdewletî de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji hêla berdevkê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akîf ve li buroya têkiliyan a Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberên rêveberiya xweser hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Akîf destnîşan kir ku ew pêngava ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye destpêkirin, bi hemû detayên wê ku di nav de hewldanên dîplomatîk û siyasî yên nû ji aliyê nûnerê navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen ve hatine parvekirin, ji nêz ve dişopînin. Akîf diyar kir ku ji hevdîtinan Pedersen ên bi aliyên siyasî re ku li ser avakirina komîteya amadekirina destûra bingehîn nîqaşan dimeşîne xuya dike ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê dê di demên pêş de projeyeke nû ya taybet bê amadekirin.

Hewldanên çareseriyê yên Pedersen

Akîf di berdewam ê de jî wiha got: “Em weke Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nêrîna Pedersen a der barê rêveberiyê û HSD’ê de baş dinirxînin û dibînin ku ew nûnertiya rastiya heyî dike. Em hêvî dikin ku ev nêrîna ku îradeya siyasî ya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserî û îstîqrara Sûriyeyê girîng dibîne, pratîze bibe. Lê dema em li pratîka navneteweyî dinihêrin, hin tişt cihê gumanê ne. Bi taybet jî ên der barê rêveberiya xweser û cihê wê de. Bi vê sedemê em teqez dikin ku hemû hewldanên ku pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û îradeya wan a siyasî ji derveyî çareseriyê dihêle, dê ne di xizmeta çareseriya Sûriyeyê de be û çareseriyê bi xwe re neyîne. Di şerê li dijî terorê de hejmara şehîdan gihaşt dehhezaran. Ger ev lehengiye li ber çavan neyê girtin û bi berpirsyarî nêz nebin, dê helwesteke exlaqî nebe. Weke rêveberiya xweser em ne mecbûrin ku encamên van civînan pêk bînin.”

Civînên bê encam

Di berdewamê de jî Akîf daxuyand ku ew weke rêveberiya xweser û gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê, baweriyê xwe bi Sûriyeyeke nû ya demokratîk, pirreng ,nenavendî tînin û ji bo vê têdikoşin. Akîf bi lêv kir ku bi bi saya vîna wan a siyasî û leşkerî herêmên xwe parastine û wiha bi dawî kir: “Herêmên me herêmên herî bi ewle ne. Me karî ku civakeke pirreng ava bikin. Ji civînên di demên berê de ku vîna gelê herêmê hatibû paşguhkirin, çi encam derneketin. Hin aliyên herêmî dixwazin ku nûnerên herêmê ji danûstandinan dûr bixin û destwerdana herêmên me bikin. Paşguhkirina nêrîna îradeya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê di berjewendiya îstiqrara Sûriyeyê de nebe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar