Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Xweser: Em teqez dikin ku dê Efrînê rizgar bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dewleta tirk li Efrînê qirkirineke mezin dike. Rêveberiya xweser teqez kir dê Efrînê ji hemû  hêzên dagirker rizgar bikin. Rêveberiya xweser bang li sazî, rêxistin û dewletên navneteweyî, gelên Sûriyeyê û gelê kurd kir ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn û temamiya Sûriyeyê, kiryarên ku di serdema Osmaniyan de tîne bîra mirovan. Rêveberiya xweser bang li hemû gelên Sûriyeyê û cîhanê kir ku piştgiriya doza Efrînê bikin û kiryarên dagirkeran teşhîr bikin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Bi ser dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê re salek derbas dibe. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk gelê me berxwedaneke mezin da. Bi rastî jî Berxwedana Serdemê bû. Gelê me û hêzên berxwedanê li Efrînê rastiya îradeya berxwedanê ku ji prensîbên şoreşa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê, nîşan da. Di Berxwedana Serdemê de zêdetirî hezar û 700 şehîd hatin dayîn. Her wiha zêdetirî 3 hezar birîndar çêbûn. Di êrîşa Efrînê de rastiya dewleta faşîst û dewletên navneteweyî bi taybet jî Rûsyayê teşhîr bû. Di êrîşê de hemû cureyên çekên NATO’yê hatin bikaranîn. Li ber çavên hemû cîhanê avahiyên bajêr, nexweşxane û dibistan hatin rûxandin. Li ber çavê cîhanê qirkirina fîzîkî û çandî pêk hat. Heta ku ev pêkanînên qirkirinê yên dewleta tirk li Efrînê bi dawî nebin, mimkûn nîne ku li Sûriyeyê qala çareserî û ewlehiyê bê kirin.

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê gel dikuje, direvîne, koçber dike, malên wan dirûxîne û demografyaya herêmê diguherîne. Bi vê yekê re kiryarên serdema osmaniyan dixe meriyetê.  Li dijî hovîtiya dewleta tirk, gelê me yê berxwedêr li Efrînê bi ruhekî mezin bersiv da. Tevî ku dijmin bi hemû çekên giran êrîş kir jî gelê me li ber xwe da. Berxwedana Efrînê rêya rast a ku keda ber bi guhertin û redkirina hemû şêwazên ku dewletên navendî pêk dianîn, diyar dike. Ew yek bi berxwedana mezin a Kobanê û hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û niha li cihê dawîn ê terorê li rojhilatê Dêrazorê, dibe yek.

Weke rêveberiya xweser em bang li saziyên navneteweyî, mafparêz û her dewletên ku dixwazin çareserî û îstiqrarê li Sûriyeyê pêk bînin dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bi erka xwe rabin. Divê hemû sazî û hezên navneteweyî erka xwe ya li hemberî gelê Efrînê ku niha di kampên Şehbayê de ye pêk bîne. Em bang li raya giştî, gelên Sûriyeyê û gelê Kurdistanê yên li welat û derveyî welat dikin ku xwedî li doza Efrînê derkevin û kiryarên dewleta tirk teşhîr bikin. Kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn û li deverên din ên Sûriyeyê, qirkirina gelê ermen û suryanan a di navbera salên 1914-1923’yan de, komkujiya Amedê, Helebce û qirkirina gelê êzidî ya li Şengalê bi bîr dixe. Di vê sala dagirkeriyê ya li Efrînê de dewleta tirk nasnameya efrîniyan û projeya demokratîk hedef girt. Her wiha qirkirina çandî û dîrokî pêk anî. Lê em teqez dikin ku em ji bo rizgarkirina Efrînê bi biryarin û em ê tu caran jê venegerin. Em pêngava duyemîn a berxwedanê ya li Efrînê ya gelê xwe silav dikin. Em hemû şehîdên Efrînê û azadiyê jî bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar