Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê li gorî biryara agirbestê ya di navbera DYA û dewleta tirk a dagirker de hatiye qebûlkirin tevbigerin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê agirbesta ku di navbera DYA û dewleta tirk de hatiye ragihandin de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:
“Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teqez dikin ku em ê li gorî biryara agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê Machil Bins û wezîrê karên derve Mîke Pompeo û aliyê Tirkiyeyê li serê li hev kiriye, tevbigerin.
Em teqez dikin ku ne ji berxwedana dîrokî û giranbiha ya şervanên HSD’ê bûya, ev biryar nedihat dayîn. Her wiha zexta navdewletî ku piraniya dewletên cîhanê li Tirkiyeyê kir û êrîşên wê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Cîhan li hemberî êrîşên dewleta tirk ên hovane bûn yek. Her kes li kêleka HSD’ê ku li şûna tevahiya cîhanê şerê DAIŞ’ê kir û zêdetirî 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dan, sekînin.
Lê dewleta tirk li gorî biryara agirbestê tev nagere. Heta niha şer li hinek herêman heye û bi taybet li Serêkaniyê û di encama wê de şehîd û birîndar hene.
Em ji gelê Sûriyeyê re teqez dikin ku ev lihevkirina ku çêbû, dê ji bo herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de derbasdar be.
Li gorî biryarê vegera hemû koçber ên ji hemû pêkhateyên ji bo herêmên xwe dê were mîsogerkirin. Ev yek dê rê nede rêjîma Tirkiye ya faşîst ku siyasetên xweyên qirkirina etnîkî, guhertina demografyayê pêk bîne, her wiha dê nehêle ku rejîma Tirkiyeyê ku herêmên din ên xaka Sûriyeyê ya paqij dagir bike.
Hindek bendên di biryarê de dive bi DYA’yê re werin nîqaşkirin, ji ber ku ew berpirs e.
Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya HSD’ê dikin ku hemû planên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê bi xwîna şehîdan a pîroz ku ji bo xaka Sûriyeyê nekeve destê dagirkeran, parast.
Em spasiya hemû dewletên ku di van rojên giran de li kêleka me sekinîn û êrîşên dagirkeran li ser xaka Sûriyeyê şermezar kirin, dikin.
Bila şênî û gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bin û piştgiriyê bidin HSD’ê heta ku biryara agirbestê bi temamî were ragihandin.
Em ji şênî û gelên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku HSD’ê ya ku di nava 5 salan de şerê terorîstên DAIŞ’ê kir û ew têk bir, bi bin ketiye. Ew tu tiştî ji bilî serkeftinê nas nake. Dê heta dawiyê parastina xaka Sûriyeyê û di çi demê de be, bike.”