Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Rêveberiya Xweser: Helwesta DYA û Rûsyayê sûcên şer rewa dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku êrîşên dagirkeran ên li dijî Rojava hê jî didomin û helwesta DYA û Rûsyayê sûcên şer ên dewleta tirk rewa dike. Rêveberiya Xweser bertek nîşanî gotina Trump ku di got ‘kurd bi agirbestê razî ne’ da û diyar kir ku tu kes ji dagirkerên ser axa razî nîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd El Hamid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid û gelek dezgehên çapemeniyê ve hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Ebd El Hamid El Mihbaş ve hate xwendin. Mihbaş got ku gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de bedelên giran dan, îro bi erêkirina DYA û Rûsyayê di bin êrîş û komkujîyên hovane yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de ne. Mihbaş got ku gund û bajarên gelên herêmê tên rûxandin û talankirin.

Bi berdewamî jî El Mihbaş anî ziman ku hêzên dagirker rojane sûcên şer li herêmê dikin û wiha domand: “Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn xelef, qetilkirina keşeyê dêra ermenên katolîk ya Qamişloyê Hovsep Petoyan û bavê wî, qetilkirina bi sedan jin û zarokan, bi karanîna çekên qedexekirî çend ji van sûcên şer in. Bêdengî û bêhelwestiya Amerîka û Rûsyayê, her wiha di demekî ku guhertina demografyayê û komkujî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk dihat de serlêdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Guterres van sûcên şer ên dewleta tirk rewa dike û cesaretê dide faşîstê sedsalê Erdogan. Sicîla dewleta tirk a dagirker a li Efrinê li ber çavan e. Bi sedhezaran kurd hatin koçberkirin û li şûna wan malbatên DAIŞ û El Nusrayê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên kurd hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê NY û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografyaya Efrînê ya li ser gelê kurd bêdeng in.”

Daxuyanî wiha dom kir:

“Niha armanca faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta tirk a dagirker ew e ku çeteyên faşîst ên bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê ku di bin sîwana dewleta tirk de hatine perwerdekirin, li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bike. Hemû cîhan şahide ku dewleta tirk DAIŞ’ê perwerde dike, birêxistin kir û derfet jê re afirandin. Ebû Bekir El Baxdadî 5 km dûrî dewleta tirk li herêma Idlibê ya di bin çavdêriya dewleta tirk de hate kuştin, cîgirê wî Hesen El Muhacir li herema ku Erdogan digot li Sûriyeyê herêma herî bi ewle ku di bin dagirkeriya wê de ye, li Cerablusê hat kuştin. Xwişka Bexdadî li Ezazê hate girtin, hevjîna Bexdadî hat gotin ku ji aliyê dewleta tirk ve sal û nîvek berê hatiyê girtin. Ruxmî hemû daneyên ku nîşan dide faşîstê sedsalê Erdoğan û dewleta tirk a dagirker şirîkê DAIŞ û El Nusrayê ne, dîsa jî bi çeteyên DAIŞ û bi penaberan rojan e gefan li Ewropa û cihanê dixwe.

Dewleta tirk bi penaberan gefan dixwe

Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê di xwe de maf dît ku careke din nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê bîne ziman û daxwaza xwe ya qirkirina  gelan aşkera bike. Ev rûreşiyeke pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyeyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahiyê û demokrasiyê yek kes jî bersiv neda gef û daxwazên faşîst Erdogan. Li ser mijara koçberên li Tirkiyeyê polîtîka û stratejiyeke pir zana hatiyê meşandin. Dewleta tirk bi zanabûn deriyê xwe ji koçberan re vekir, ew bi rêxistin kir û li Tirkiyeyê bi cih kirin. Bi vî şêwazê bêpîvan û bêexlaq li ser mirovahiyê û taybet jî li ser Ewropayê weke gef û şantajekê bi kar tîne. Bangawaziya me ji hemû cihanê û mirovahiyê  ew e ku li hemberî qirkirina civaka kurd, ereb û xiristiyan, êrîş û dagirkeriya li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û li dijî guhertina demografyaya wê dengê xwe bilind bikin û li hemberî vê zilmê xwedî helwest bin.

Dema ku axa te tê dagirkirin dê çawa jê razî bî?

Pir aşkera ye ku dewleta tirk a dagirker ji hevdîtina Trump û faşîst Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Washingtonê jî bi rehetî di kare bêje ku ez ê milyonek penaberan li Reqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyeyê weke milkê xwe û dewleta Sûriyeyê jî weke eyaleteke Osmanî dibîne. Li şûna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografyaya civaka dilîze, li ser gelê kurd, ereb û xiristiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku ‘Agirbest baş dimeşe û kurd jî ji vê razî ne.’ Beriya her tiştî ev ne rast e. Tu kes ji komkujî û dagirkirinê razî nîne. Bi sedhezaran kurd, ereb û xiristiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta tirk a dagirker de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xwe tên derxistin ew ê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gund û bajarên wan bên bicihkirin? Heta ku dagirkerî bi dawî nebe, hêzên faşîst û dewleta tirk a dagirker ji axa me venekişe ne kurd, ne ereb, ne xiristiyan dê tu caran ne razî bin û ji agirbestê dê ne keyfxweş bin.

Banga li hemû cîhanê kirin

Niha zêdetir dehhezaran DAIŞ ên herî radîkal di zindanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girtî ne. Gelê kurd, ereb û xiristiyan bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî DAIŞ’ê de bi dehhezaran bedel dan. Derveyî erêkirin û îradeya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bila tu kes xwe mafdar nebîne ku li ser girtiyên DAIŞ’ê plan û hesaban çêbikin. Ger ev komkujî û dagirkeriya dewleta tirk a li ser gelên me bi dawî nebe, divê bê zanîn ku esas xetereya DAIŞ a herî mezin ji vir û şunde dê derkeve holê. Ji bo careke din DAIŞ li ser serê mirovahiyê nebe bela, ji ber êrişên dagirkeriya dewleta tirk li ser Rojava ji bo careke din DAIŞ zindî nebe bangawaziya me ew e ku di serî de Amerîka, Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî û dewleta Sûriyeyê li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest bin ku rojek zutir hêzên dagirker ji ser axa me vekişin.

Ji bo vê em gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê kurd, ereb û xiristiyan xwedî biryarin ku ji bo parastina axa xwe û rûmeta xwe heta dawî em ê li ber xwe bidin, çi bedel pêwîst be em jê nerevin û heta ku dagirkerî bi dawî nebe û ji ser axa me venekişe li Sûriyeyê jî îstîqrar ew ê qet çênebe.

Bangawaziya me ji bo dewleta Sûriyeyê jî heye. Em hêvîdar in ku dewleta Sûriyeyê û Esad ziman û nêzîkatiyên çareserî pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê tu caran hedefek û armancek me ya parçekirina Suriyeyê çênebûye. Gotin û sûcdariyên parçekirina Sûriyeyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastiyê venabêje. Yên ku rê li ber parçekirina Sûriyeyê girtine em in. Ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAIŞ û El Nusrayê me axa Sûriyeyê û yekitiya Sûriyeyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemû gelên Sûriyeyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyeyê nînin, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriye weke 8 sal berê be. Ya herî rast qebûlkirina hevdû ye û li hemberî hevdû pêşxistina ziman û nêzîkatiyên çareseriyê ye. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê em amade ne ku pêk bînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar