Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rêveberiya Xweser her gav amadeye penaberên Sûriyeyî pêşwazî bike’

Hemed anî ziman ku nêzî milyonek û 100 hezar penaberên Sûriyeyî li herêmên wan e û got: “Rêveberiya Xweser her gav amadeye pêşwaziya penaberên Sûriyeyî bike. Berovajî vê hêzên navneteweyî û dewleta tirk bicihkirina kesên ku ji derveyî herêmên ku dagir kirine, guhertinên demografîk li herêmê pêk anîn."

Hevserokê Ofîsa Karên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Hemed diyar kir ku ji bo pirsgirêka penaberên Sûriyeyê çareser bibe ew karekî berfireh dikin, projeyan amade dikin û got: “Ji bo penaberên Sûriyeyî bi rengekî ewle li warê xwe vegerin me hevdîtin bi saziyên navneteweyî re kir û qala projeyên xwe kir. Mekanîzmayeke ku vê yekê pêk bîne, heta niha nekete nava liv û tevgerê. Lê belê bi bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker bûn sedema pêleke nû ya koçberiyê.”

Şêxmûs Ehmed li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û ragihand ku bi şerê Sûriyeyê re bi milyonan Sûriyeyî neçar man e ku terka xaka xwe bikin û wiha pê de çû: “Krîz û şerê Sûriyeyê, zêdeyî 12 salan e dewam dike. Di vê pêvajoya dirêj û dijwar de bi milyonan Sûriyeyî neçar man ku xaka xwe terk bikin û koçî welatên din bikin. Gelek hêzan, penaberên Sûriyeyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Em Rêveberiya Xweser, xebatên berfireh dimeşînin da ku ev rewş bi dawî bibe û koçberên Sûriyeyê ji aliyê hêzên mêtinger ve neyên bikaranîn û bi awayekî bi ewle bi cih bibin.”

‘Nêzî milyon û 100 hezar penaber li herêmên me hene’

Ehmed destnîşan kir ku zêdeyî milyonekî welatiyên herêmên din ên Sûriyeyê li herêmên wan bi cih bûne û got: “Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 kampên fermî yên penaber û koçberan hene, her wiha kampên belavbûyî jî hene. Di heman demê de li hin dibistan û malên li bajaran penaber lê dimînin. Li gorî agahiyên ku ofîsa me ya penaberan di lêkolînên xwe de bi dest xistine, nêzî milyon û 100 hezar penaber ji herêmên din ên Sûriyê wekî Hema, Heleb, Humis, Tedmûr û Idlibê li herêmên me dijîn. Rêveberiya Xweser, mîna ku welatiyên wê ne, miameleyê bi wan re dike. Rêveberiya Xweser, bi nifûs ku ji bo penaberan çêkir, derfeta çûnûhatinê pêşkeşê her cihekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Buroya Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser, li xebatên xizmetguzariyê li kampên ku penaber lê dimînin dewam dike.”

‘Nêzîkatiya me ya penaberan li gorî pîvanên navdewletî’

Şêxmûs Ehmed da xuyakirin ku hatina koçberan li herêmê berdewam e û wiha got: “Welatiyên ji krîza Sûriyeyê reviyane, hatine herêmên me û hêj jî li herêmên me ne. Ji ber ku dibînin ku nirxên mirovahiyê yên wekî rûmet û maf di warên me de tên parastin. Li herêmên me gelek buroyên têkîliyan ji bo koçberên Sûriyeyê hatine avakirin û kampên koçberan hatine vekirin. Her wiha bi dehan kampên biçûk ên ji aliyê penaberan ve hatine avakirin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her tim di çarçoveya pîvanên navdewletî de pêşwaziya penaberan dikir û misoger dikir ku bi ewle bijîn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû derfetên xwe ji bo penaber û koçberan seferber kirine. Heta niha têkildarê penaberên li herêmên me dijîn tu binpêkarî û pirsgirêk çênebûne.”

‘Pêwîste Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ji bo ev xebatê me bibe piştgir’

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo vegera bi ewle ya koçberên Sûriyeyê yên li tevahiya cihanê dijîn, projeyan pêk tîne û got: “Ji bo ku koçberên Sûriyeyê ji aliyê hêzên mêtinger ve neyên bikaranîn û bi awayekê ewle vegerin ser xaka xwe, em xebatan dimeşînin. Her wiha ji bo vegera koçberên Sûriyeyê yên li Libnanê dijîn, me dest bi xebatekê kiriye. Wekî me berê jî anî ziman, deriyên Rêveberiya Xweser ji koçberên Sûriyeyê re vekirî ne. Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ji bo ev xebat bi leztir û berfirehtir werin meşandin divê bibin piştgir.”

‘Hikûmeta Şamê û rêxistinên mirovî ji bo vegera bi ewle ya penaberên tu kar nekirin’ 

Ehmed wiha li axavtina xwe dewam kir: “Her çiqas bi rêxistinên din ên navneteweyî re û bi taybetî rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re ji bo vegera penaberên Sûriyeyê, danûstandin hatibe kirin jî heta niha ji bo mekanîzmeyeke ji bo vê yekê tu gav nehatine avêtin. Hikûmeta Şamê û rêxistinên mirovî ji bo vegera bi ewle ya penaberên ku ji ber şer reviyane, bi erka xwe ranebûn. Tenê Rêveberiya Xweser di vî aliyî de kar kir.”

‘Hêzên Navneteweyî bûn sedema pêlên nû yên koçberiyê’

Hevserokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehemd diyar kir ku hêzên navneteweyî li şûna ku piştgiriya projeyên penaberan bikin, bûne sedema pêlên nû yên koçberiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berovajiyê piştgiriya bi projeya Rêveberiya Xweser a ji bo penaberan soza wê daye, hêzên derve rê li pêşiya operasyonên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî xaka Rojava negirtin û bûn sedem ku bi sed hezaran welatiyên din bibin koçber. Dewleta tirk jî bicihkirina kesên ku ji derveyî herêmên ku dagir kirine, guhertinên demografîk li herêmê pêk anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar