Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa koronayê tedbîrên nû ragihand

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê rêzetedbîr girtin.

Daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Biryara jimareya 23;

Ji bo parastina xetereya ku vîrûsa koronayê çêdike û her wiha ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û wek bergiriya baldariyê ev bergirî tên girtin;

– Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên qedexekirin.

– Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja şemiyê ango dîroka 14’ê adara 2020’an heta demeke nediyar têne girtin.

– Qedexeye kesek di tevahî deriyên girêdayî rêveberiya xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.

– Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku piştre bistîne bên vekirin.

– Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê Sêmalka ku di 27.02.2020’an de hate derxistin, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.

– Ji bo kesên pêk bînin re ev biryar tê agahdarkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar