Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Çarşamba - 4 Aralık 2024

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Rêveberiya Xweser li ser esasê şerê şoreşgerî amadehî kiriye

Endamê PYD’ê Ehmed Xoce li ser planên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser di asteke bilind de amadekariyên xwe pêk tîne.Di asta ewlehiye û xwe parastinê de amadekarî tên kirin. Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî gel jî tê amadekirin. Rêveberiya Xweser bi awayekî hesas nezî vê rewşe dibe.”

Şefên faşîst Erdogan-Bahçelî bi destê çeteyên bermahiya DAIŞ’ê yên bi navê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 26ê mijdarê de êrîşî Helebê kirin û piştî hezên rejîma Sûriyeyê, Îran û Rûsyayê li Helebê vêkişiyan Heleb dagir kirin. Bi vê re êrîşî Til Rifat û Şehbayê jî kirin. Hêzên parastinê HSD,YPG,YPJ derbasî herêmê bû û welatiyên li Şehbayê derbasî herêmên ewle kirin. Êrîşên çeteyên Tirk li herêm berdewam dike. Pêvçûnên li Minbic û Derazorê yên di nav bera çeteyên Tirk û hêzên parastinê de didomin. Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce êrişên komên çektar li herêmê û amadekariyên Rêveberiya Xweser ji Ajansa Welat re nirxand.

Ehmed Xoce anî ziman ku li pişt êrişên komên çektar li hev kirineke hêzên serdest heye û ev tişt got: “Ew komên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmê tên bikaranîn giredayî Elkaîde ne. Di lîsteya terorê de ne. Ew êrişên komên çeteyan di çerçoveya planên Tirkiyeyê û hezên hegemon de pêk hatiyê. Armanca Tirkiyeyê têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pergala Netewa Demokratîk e. Dewleta Tirkiyeyê her çiqas ji xwe dûrî wan çeteyan digire û dibêje tekiliya me bi wan tuneye jî ya ku tê xuyakirin têkiliya wan çeteyên bi Tirkiye û dewletên li herêmê re heye. Rûsya jî dixwaze ji van geşedanan sûd bigire ji ber wê jî bersiv neda wan çeteyan. Her wiha Îran jî berjewendiyên xwe hene. Ew jî tê xuyakirin ku ew êriş di çerçoveya konsepteke li hevkirinê de pêk hatiye.”

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed Xoce destnîşan kir ku li pişt komên çektar Tirkiye heye û yek jî armanca êrişan ji holê rakrina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ehmed Xoce axaftina xwe wiha domand: “Piştî Helebê berê xwe dan Hamayê. Rejîma Sûriyeyê li Hamayê parastin kir wan jî berê xwe dan herêmên Kurdan. Ji ber ku armanca Tirkiyeyê hebûna Rêveberiya Xweser û destkêftiyên gelê Kurd ji holê rake. Piştî êrîşan gelê me yê li Şehba weke ku pêvajoya dagirbûna Efrînê de koçber bûn careke din koçber bûn. Welatiyên li Şehbayê li wir şerê xweparastinê kirin. Rêveberiya Xweser jî ket hewldanan ku li wir korîdorekê vêkin û gelê me yê li herêmê bînin cihên ewle. Em ê jî heta dawiyê parastina xwe bikin. Jixwe di destpêka şoreşê de jî me ji xwe re xeta 3’yemîn hilbijart û li gor derfetên xwe li vir jiyaneke nû ava kir. Me xwe nesper tu hêzan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di wê ferqê de ye ku çarenûsa me şerê gelê şoreşgerî ye. Gelê me xwedî tecrubeye jî.”

Ehmed Xoce diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişan di asteke bilind de amadekariyên xwe pêk tînê û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser ji hemû êrîşan re amade ye. Dema ew êrîş nû destpêkir jî Rêveberiya Xweser daxuyanî da got ew rewş hasas e ji ber wê em binêrin wê ber bi ku ve biçe. Rêveberiya Xweser di asteke bilind de amadekariyên xwe pêk tîne.Di asta ewlehiye û xwe parastinê de amadekarî tên kirin. Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî gel jî tê amadekirin. Rêveberiya Xweser bi awayekî hesas nezî vê rewşe dibe. Li ser wê çawa destkêftiyên herême biparêzê amadekariyê dike. Jixwe niha seferberî hatiye îlankirin.”

Ehmed Xoce: Rêveberiya Xweser ji hemû êrişan re amade ye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar