Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan ji bo parastina sînorên rojavayê Kurdistanê bi rejîma Sûriyeyê re li hev kiriye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevdîtina bi rejîma Sûriyeyê re daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ku hikûmeta Sûriyeyê erka xwe ye parastina sînorê welat û serweriya Sûriyeyê pêk bîne, li hev kirine.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya hêza xwe ya leşkerî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji hemû ciwanên pêkhateyên Sûriyeyê pêk dihat, di sala 2014’an de ji bajarê Kobanê yê Rêveberiya Xweser dest bi şerê terorê kir. Ev şerê rizgarkirinê yê li dijî rêxistina terorê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kir û di vê çarçoveyê de Minbic, Girê Spî, Tebqa û heta paytexta rêxistina terorê ya Reqayê û Dêrazorê hate rizgarkirin. Şervanan di 23’ê yê adara sala 2019’an de li rojhilatê Dêrazorê serkeftina xwe ragihand. Ev erdnîgarî jî teqabûlî ji 3 paran yek a axa Sûriyeyê ye. Di vê berxwedanê de HSD’ê 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan.
Ji bo ku em hemû pêkhateyan ji zilm û zordariya van rêxistinên terorê rizgar bikin û yekparbûna Sûriyeyê biparêzin, ev berdêleke giran bû. Projeya me ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga parçebûnê nedikir. Lê belê me banga diyalogê û çareseriya aloziya Sûriyeyê bi awayekî aştiyane dikir û hê jî em wê bangawaziyê dikin. Me êrîşî tu kesî nekir û heta niha jî gef li tu dewletên cîran nexwariye. Lê wan em bi terorê tawanbar kirin û hê jî wisa dikin. Dewleta tirk di belavkirina terorê ya di herêmê de rolekê neyînî lîst. Îro êrîşî axa Sûriyeyê ya ku HSD’ê bi xwîna ciwanan rizgar kiriye dike.
Di dirêjahiya 5 rojên derbasbûyî de hovanetirîn sûcan der heqê sivîlan de pêk anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi lehengî û qehremantî li hemberî êrîşan li ber xwe da û gelek şehîd û birîndaran ji bo parastina serdestiya Sûriyê dane. Lê dewleta tirk di êrîşa xwe de berdewam e. Ji bo ku em li hemberî vê êrîşê bisekinin, me bi hikûmeta Sûriyeyê re lihev kir da ku erka xwe ya parastina sînorên welat bi cih bîne. Artêşa Sûriyeyê dê derbas bibe û li ser dirêjahiya xeta sînorên Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re dê belav bibe. Bi vê yekê re jî dê piştevaniya HSD’ê ya ji bo şikandina vê zêdegaviyê bike û herêmên ku artêşa tirk û çeteyên wê derbas bûne jî rizgar bike. Ev lihevkirin derfeta rizgarkirina tevahiya ax û bajarên Sûriyeyê yên ku ji hêla artêşa tirk a dagirker ve hatine dagirkirin ên mîna Efrîn û bajarên din jî çêdike.
Li ser vî esasî em tevahiya şêniyên xwe ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet bajarên ser sînor ji vê belavbûnê agahdar dikin. Ev belavbûn bi koordîne û lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çê dibe.”