Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rêveberiya Xweser: Projeya mêtîngeriyê ya dewleta tirk ji bo Sûriyeyê tehlûke ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê projeya bicihkirina koçberên Sûriyeyê li herêmê dagirkirî red kir û bang li gelê Sûriyeyê û civaka navneteweyî kir ku li hember vê projeya mêtîngeriyê ya dewleta tirk bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî  projeya dewleta tirk a dagirker ku armanc dike koçberên Sûriyeyê li herêmê dagirkirî bi cih bikin daxuyaniyek de. Rêvberiya Xeser di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku ev plan û projeya Erdogan ji bo hemû gelên Sûriyeyê xeteriyeke mezin e. Her wiah bang li gelê Sûriyeyê, sazî û dezgehên navneteweyî yên demokratîk kir kul i dijî vê projeya mêtinger a dewleta Tirkiyeyê bisekinin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Dewleta tirk mayîndekirina siyasetên xwe yên mêtîngeriyê û osmanîkirina herêmê û di nav de Sûriye, dewam dike. Ev yek bi rêbazên diyar û eşkere pêk tê wekî destekdayîna terorîst û çeteyan, ferzkirina zimanê tirkî û guhertina demografî û nasnameya herêmên dagirkirî. Ev niyeta bikaranîna van herêman wekî kaxizên şantajî li dijî Sûriyê û gelê wê, eşkere radixe pêş çavan. Operasyonên ku dewleta tirk qaşo ji bo pêkanîna ewlehiyê pêk anîne, ew hewldanên pratîk ji bo amadekirina atmosferê û pêkanîna siyasetên xwe bû. Îro bi rêya projeyên bicihkirinê ku dewleta tirk li Sûriyê pêk tîne, herî dawî jî projeya herêma tampon, hewl dide siyasetên xwe berdewam bike û nakokî û aloziyan di navbera sûriyan de biafrîne, guhertina demografî û mirovî pêk tîne û berjewendî û siyasetên xwe yên li dijî gelê Sûriyê pêk bîne. Dewleta tirk bi hevkariya gelek komeleyên herêmî û yên qeterî û kiwêtî avahiyên mêtîngeriyê ava dike û ji şêniyên ku têkiliyên wan bi herêmê re tune ye cih amade dike. Ev yek projeya erdoganî ya mêtîngerî û guhertina demografîk hêsan dike. Ji lewra, her hevkariyek di vê projeyê de, tê wateya berdewamkirina hemleya qirkirinê û guhertina demografiyê li dijî herêmê û gelê me. Divê tu alî di van projeyên dewleta tirk û siyasetên wê de nebe amûr.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de wiha jî got: “Projeya ji nûve bicihkirina penaberên sûrî li herêmên ku ne yên wan in, projeyeke xeter û guhertina demografiya herêmê ye. Dewleta tirk dixwaze kemberê li hin herêman ava bike, sûriyan ji wir bide koçberkirin. Ev kembera Ereban ya ku hikumeta Baas di salên 1970`î de ava kiriye, bi bîra me dixîne. Armanca her du projeyan yek e, ew jî guhertina binesaziya mirovî ya resen a herêmê ye. Em teqez dikin ku divê xeteriya vê projeya nû ya Erdogan bê dîtin, di heman demê de em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku bi van planan neyê xapandin. Ji ber ku berjewendiya gelê Sûriyê bi carekê tê de nîn e. Em destnîşan dikin ku divê rêxistin û aliyên hiqûqî, qanûnî û navneteweyî rê nedin mîna van projeyên li dijî gelê Sûriyeyê. Em ê li hember mîna van planan bisekinin ku armanca wê wêrankirina Sûriyeyê û parçekirina gelê wê ye. Em bi vegera dildarî ya hemû welatiyên Sûriyeyê re ne yên ku ji war û herêmên xwe koçber bûne. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar