Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...
Çarşamba - 26 Haziran 2024

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Rêveberiya Xweser û hilbijartin

Diviya bû di 11’ê hizêranê de hilbijartinên şaredariyan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar biketana. Lê bi daxuyaniyekê ev hilbijartin hatin paşxistin û sedemên hatin diyarkirin ew bûn li ser daxwaza partiyên siyasî ev biryar hatiye girtin. Ev hilbijartin di aliyê siyasî de û him jî di aliyê rêvebirinê de gavên girîng in ger werin li darxistin, lê atmosfera ku derketî holê nebû alîkar û hişt ku bên paşxistin.

Piştî biryara bipaşxistina hilbijartinan derket, hevpeyvîn bi gelek aliyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re hatin kirin û her alî ev gav nirxand. Sekreterê Partiya Çep Mihemedê Mûsê derbarê bipaşxistina hilbijartinan de aşkere kir ku Amerîka destpêkê erênî nêzî van hilbijartinan dibû û dişopand lê piştî helwestên dewleta tirk ji bo ku wê aciz neke, nêrîna xwe guhert.

Her wiha hin aliyên siyasî di bin navê ku ev hilbijartin wê bibin sedem dewelat tirk êrîşî bakur û rohilatê Sûriyeyê bikin, dudiîl bûn ji bo lidarxistinê. Yek nebîne, wê bibêje ka dewleta tirk êrîş rawestandine û li benda sedeman e ku êrîş bike an na. Ma ji xwe her roj êriş hene û ger sedemek hebe dewleta tirk êrîşeke berfireh pêk nayîne, ew e ku şertûmercên navdewletî rê nade. Na xwe dewleta tirk wê deqeyekê berî ya din êrîş bike û bixwaze hemû kurdan çawa bi destê DAIŞ’ê qirkirin li Şengalê pêk anî, wê li tevahî Rojava jî pêk bîne. Ji xwe piştî biryara bipaşxistina Hilbijartinan dîsa wezîrê parastinê yê tirk Yaşar Guler Rêveberiya Xweser tehdîd kir.

Lê Rêveberiya Xweser di aliyê xuyakirina sedemên van hilbijartinan û diyarkirina helwestên aliyan û şertûmercên ku herêm tê re derbas dibe de kêm dimîne. Dikare hîn zêde daxuyaniyên zelal bide û hemû hêzan bixe bin bar. Derbarê daxuyaniya Komîteya bilind a Hilbijartinan de siyasetmedarê Kurd Salah Elemdarî bi riya gotarekê bal kişand ser hin xalên pir girîng û kêmûkurtasiyên Rêveberiya Xweser di xîtabgirtina aliyên navdewletî de.

Elemdarî tîne ziman ku Rêveberiya Xweser dikare bi zelalî ji qada navdewletî re bibêje ka çi li herêmê çêbû û kî sedem e û çima destek nayê dayîn ji bo herêm aram bibe? Ma ne ev alî ne niha şerê Rêveberiya Xweser dikin û li dij hilbijartinan derdikevin ku ew in Rêjîma Şamê di sala 2012’an de herêm ji DAIŞ’ê û komên çete û selefiyan re hişt, dewleta tirk bi hezaran çete û terorîst ji hemû cîhanê di sînorê xwe re derbasî herêmê kir, Îran dixwaze her dera Sûriyê bi riya belavkirina Şîatiyê bi dest bixe.

Divê Rêveberiya Xweser bi zelalî tiştê li gel xwe bibêje, ji Amerîka, Ewropa û hemû hêzên Koalisyonê re bibêje; Ger hûn dixwazin istîqrar li Sûriyeyê çêbibe, hûn çima destekê nadin gavên mezinkirina vê rêveberiya ku hemû xelkê Sûriyeyê tê de cih digire da bibe nimûne ji hemû Sûriyeyê re? Ger wê bersiva van hêzên navdewletî ew be ku dewleta tirk aciz dibe, wê demê dixwazin herêm li gorî dewleta tirk be ku hêlîna teror û terorîstan li cihên dagir kiriye, avakiriye?

Ma ne dewleta tirk e ku axa Sûriyeyê dagirkiriye, dixwaze hîn zêde dagir bike, paşê jî parçe bike û bi ser sînorê xwe de berde. Ma ne ew dewleta tirk e ku ala xwe li ser axa Sûriyê bilind dike, zimanê Tirkî ferz dike û bi zorê zarokên sûriyeyî fêrî tirkî dike?

Ev hemû rastî ne lê di xîtaba Rêveberiya Xweser de divê hîn zêde werin xuyakirin û ev xîtab ji bo hemû hêzên ku bi herêmê re eleqedarin were kirin. Ne dewleta tirk û ne jî hikûmeta Şamê bi vê siyaseta xwe nabin sedema jiyaneke aram, lê rêveberiya Xweser ji bo Sûriyê dikare bibe nimûne ku aştî û istîqrar pêk were.

Nûçeyên Têkildar