Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi rayedarên Rûsya û Amerîkayê re civiyan

Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi şandeya Wezareta Karên Derve ya Rûsya bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re li Moskovê civiyan. Di heman çarçoveyê de şandeya MSD’ê li Washîngton jî bi rayedarên DYE’yê re jî civiyan

Navenda Nûçeyan |

Duh li ser malpera fermî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hat ragihandin ku li Moskov û Washîngtonê bi rayedarên rûsî û amerîkî re hevdîtin hatine kirin.

Têkildarî hevdîtina yekemîn a bi rayedarên Rûsyayê re ev agahî hatin parvekirin: “Bi vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serkêşiya Îlham Ehmed, hevdîtin bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re, pêk hat.”

Her wiha hat diyarkirin ku hevdîtin erênî bû û li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê li gorî biryara 2254’an li hev kirine û îşaret bi girîngiya beşdarbûna MSD’ê di çareseriya siyasî de hate kirin. Dîsa li ser binpêkirinên dewleta tirk a li Sûriyeyê nîqaş hatin kirin.

Her wiha malperê ragihand ku hevdîtin di çarçoveya hevdîtina şandeya MSD’ê bi serkêşiya Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di îlona 2020’an de pêk hatibû, hatiye kirin.

Têkildarî hevdîtina li Washingtonê jî ev agahî hatin parvekirin: “Berpirsên Koşka Spî ji şandeya MSD’ê re teqezî li sozdariya rêveberiya serok Joe Biden bi hevalbendiya bi HSD’ê re û mayîna hêzên welatê wî li herêmê kir, heta ku DAIŞ û şaneyên wê bi temamî bi dawî bibin û wê destekê bidin aramiya li herêmê.”

Li gorî malperê hevdîtin roja înê li Koşka Spî pêk hatiye û şandeya MSD’ê bi nûnerên payebilind ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li Koşka Spî hatine cem hev. Di hevdîtinê de piştgiriya DYA’yê ya ji bo MSD û HSD’ê hat piştrastkirin.

Her wiha hevdîtin bi endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê re hatin kirin. Li gorî malperê hevdîtin erênî derbas bûne û têde desteka Washîngtonê ya ji MSD’ê re hat teqezkirin û îşaret bi girîngiya xebatên HSD’ê di şerê li dijî terorê de hat kirin. Her wiha hat piştrastkirin ku hevalbendiya wan dê dewam bike.

Şandeyeke MSD’ê ya bi serkêşiya Îlham Ehmed hefteya borî gihaştibû Washîngtonê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar