Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Rêwîtiya ber bi lûtkeyên çiyayan ve

Ji bo em bibin mêvanên lûtkeyên jiyana çiyayan em bi rê ketin. Piştî rêwîtiyeke dirêj em bûn mêvanên Girê Egîd ê li herêma Behdînanê

Gava em gihîştin Girê Egîd em vexwendî qesrên binê erdê hatin kirin. Bi ketina hundir re ne mimkûn e ku bêhna ked û fedakariyê neyê mirov. Mirov bi dîtina van qonaxên gerîla bi rojan bi destên xwe çêkirine, matmayî dimîne.

Em gihîştin qada jiyanê. Em û gerîlayên li vir li hêviya me ne, me xêrhatina hevdu kir û çaya navdar a gerîlayan îkramî me kirin. Bi tehma çayê re hemû westana me çû. Me bi hev re suhbetek dirêj kir. Dikarin wiha bibêjim ku; mirov vê jiyanê û van mirovan nas neke, bi ya min ji cewher û xweşîkiya vê têkoşînê baş nayê fêmkirin.

Bi gerîla re sibeheke nû

Piştî ku me bêhna xwe da, danê sibehê bi dengê ‘Roj baş’ a gerîla em tev li jiyanê bûn û ketin hewila bûyîna şahidê wê. Piştî taştêyê beriya raçavkirina der û dorê û jiyanê me guhdariya telqînên fermandara jin kir. Ji me re behsa parastina ji êrîşên dewleta Tirk kir.

Gava me li der û dorê nihêrt, yek ji tiştên bala me çû ser darên ketî û parçeyên zinarên bilind bûn ku jê ketibûn. Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de van daran zerar dîtiye, hin dar ji kokê rabûbûn û ketibûn erdê. Xemgîniya gerîla ku avakirina jiyana ekolojîk ji xwe re wek paradîgma pejirandiye, gava behskirina van dîmenên talankirina xwezayê ji rengê dengê wan dihat fêmkirin.

Di her buhustekê de ked heye

Jiyan li van çiyayan bi keda destan gav bi gav tê hunandin. Di her buhusteke mirov lê dinihêre de xwêdana eniyê û ked tên dîtin. Gerîla ku serê sibehan zû dest bi kar dikin, dibêjin ew deyndarên mirovahiyê ne û her kêliyeke vala derbas bibe xiyanet e. Bi vê ferasetê li jiyanê dinihêrin û bêyî cihêkirina ji hev a karan xwe berpirsê tevahiya jiyanê dibînin. Wisa xuya ye ku gerîla li dijî awayê birêvebirina bi perçekirina jiyanê ya pergala kapîtalîst, nûnertiya yekkirina jiyanê girtiye ser xwe.

Hebûnê bi gotinan dineqişîne

Destên ku serê sibehan zû taştêyê amade dikin, saetek bi şûn de hevîr dikin. Piştî pijandina nan ji hevalên xwe re bêrê bi kar tînin. Hêj ku xwêdana wan zuha nebûye radihêje pênûsê û dest bi neqişandina hebûnê bi gotinan dike. Heman dest radihêjin pirtûkan û hevalên xwe perwerde dikin. Gava êrîşek dibe ew dest dibin dîwarekî parastinê. Radihêjin çekan li dijî êrîşên dijmin; dibin çeper ji welêt re. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar