Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rêwiyên Azadiyê ji bo azadiyê gund bi gund digerin

Rêwiyên Azadiyê di roja 5’emîn de li Qilebanê bi coş hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin got ku li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî heye û wiha axivî: “Di 1’ê sibatê de me li Qers û Wanê dest bi meşê kir. Gund bi gund, tax bi tax digerin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin û bi taybetî jî ev 3 sal in agahî jê nayê girtinn. Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de ji Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Meş, di roja 5’emîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qileban a Şirnexê hatin gel hev. Tevî hewaya sar jî heta demekî dirêj li vir xelekên govendê hatin gerandin û bênavber dirûşmên “Bijî berxedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, a niha aştî” berz kirin.

Di hevdîtinê de coşeke zêde hebû û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin axivî. Bartin got ku li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û ji bo pirsgirêka kurd jî çareseriyê dixwazin. Di 1’ê sibatê de me li Qers û Wanê dest bi meşê kir. Gund bi gund, tax bi tax digerin. Gelê kurd çareseriyê dixwaze, gelê kurd dibêje ‘bila rêberê me azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe.’ Her kesên daxwaza demokrasî, azadî, yekitî û wekheviyê dikin bila piştgiriyê bidin meşê. Dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re vê çareseriyê bînin. Em bi xwe bawerin, dê bi ser kevin.”

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî di axaftinên xwe de meşvan silav kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Abdullah Gun jî ev tişt anî ziman: “Em jî vê meşa pîroz pîroz dikin. Em dixwazin pirsgirêkên me yên civakî û pirsgirêka kurd bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.”

Çalakiya li vê derê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev” bi dawî bû.

Piştre jî meşvan bi esnafan re civiyan. Meşvan dê piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê yê navenda Şirnexê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar