PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Rêwiyên Azadiyê li Gemlîkê govend gerandin

Rêwiyên Azadiyê ku di çarçoveya “Meşa Azadiyê” de gihîştin Gemlîkê, di ketina navçeyê de hatin sekinandin. Tevî hewayê sar û baranê jî welatiyan govend gerandin û li benda derbasbûnê ne.  

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîdê ji 18’ê mijdarê dest bi meşa ber bi Gemlîka Bursayê ve kirin. Ji duh heta niha ji bajarên cuda gelek kesan berê xwe dan Gemlîkê.

Ji herêmên Ege û Marmarayê gelek kes îro di danê sibehê de bi rê ketin. Polîsên ku Bursa û navçeyên wê dorpêç kirin, yek bi yek hemû wesayît di ketina navçeya Gemlîkê de dan sekinandin. Welatiyên ku wesayîtên hatine sekinandin, tevî hewayê sar û baranê jî xelekên govendê gerandin. Welatî li bendê ne ku derbasî navçeyê bibin.

Li hêla din dema Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhat Eren bi wesayîta xwe ber bi Gemlîkê ve diçû, li navçeya Tuzla ya Stenbolê hate sekinandin. Wesayîta Eren ji hêla polîsan ve bi vîncê hate rakirin.

Navenda meşê jî Bursa ye û welatiyên li navendê li Taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê kom bûn. Qada kombûna welatiyan ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di heman demê de avahiyên partiyê yên li navçeyên Înegol û Yildirimê jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nehiştin partiyî ji avahiya partiyê ya Înegolê derkevin. Li navçeya Yildirimê jî destûr nehat dayîn ku deriyê avahiya partiyê jî were vekirin.

Koma ku xwe gihandî navçeya Orhangaziyê û ber bi Gemlîkê ve diçû, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Aydin, bertek nîşan da û wiha got: “Pêdiviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi perspektîfên birêz Abdullah Ocalan heye. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan girtî be jî dê rewş wiha be. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Weke jinên kurd em ê bi tu awayî destûrê nedin vê yekê.”

Girseyê piştre jî bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar