Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rêwiyên demokrasiyê ber bi Colemêrgê ve dimeşin

Li Colemêrgê li dijî qeyûm û dagirkeriya desthilata faşîst dest bi Meşa Demokrasiyê destpê kirin.  Meşvanan diyar kirin ku qeyûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye ya hemû Tirkiyeyê ye, heta ku qeyûn û dagirkerî têk biçe wê çalakiyên xwe bidomînin û banga beşdariya mitînga li Colemêrgê kirin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêşiya têkçûna xwe bigire bi awayekî hovane êrîşî ser gelê kurd dike. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin, li ser biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate girtin û walî Alî Çelîk li şûna wî weke qeyûm hate tayînkirin. Li Colemêrgê wê li dijî qeyûm di 13’ê hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl, mitînga “Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin.

Beriya mitîngê li navçeyên Colemêrgê ji du aliyan ve meş hat destpêkirin. Meşa Demokrasiyê ji navçeya Şemzînanê dest pê kir. Gundên li ser rê bi coş û kelecaneke mezin meşvanan pêşwazî kirin. Meşa demokrasiyê di roja duyemîn de gihîştin Geverê: Li Geverê bi coş hatin pêşwazîkirin. Meşvanên demokrasiyê wê roja sêyemîn li Çelê bin û ji wir jî ji bo mîtînga Colemêrgê û ber bi Colemêrgê ve  û Geverê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike. Meşvan banga beşdariya mitîngê li gel kirin û destnîşan kirin ku heta qeyûm biçe divê her kes li ber qeyûman rabe û têbikoşe.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Engudar a beşdarî meşê bûye wiha got: “Em qeyûmê danîn ser şaredariya Colemêrgê qebûl nakin. Heta ku qeyûm paşve bê girtin, em ê vê meşa xwe bidomînin. Ez bang li gel dikim; li dijî qeyûm rabin ser pêyan. Em li dijî qeyûm li ser pêya ne, li vir in û em mafên xwe dixwazin.”

Dayika Aştiyê Saadet Dogma jî da zanîn ku divê gelê kurd li dijî qeyûm dengê xwe derxe û got: “Çimkî ev hilbijêr îradeya me ne û şaredarî yên me ne. Divê her kes piştevaniya vê çalakiya me bike. Divê her kesên xwedî wîjdan di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê be û li ber qeyûman biherike qada mitîngê.”

Welatiyê bi navê Şevket Şîn jî anî ziman ku ew polîtîkaya qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Îradeya me binpê dikin. Em viya qebûl nakin. Heta ku hevşaredarê me vegere şaredariyê em ê têbikoşin. Em ê 13’ê hezîranê di mitîngê de bi yek dengê gazî bikin, em qeyûman naxwazin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî ku beşdarî meşê bûye destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm û tayînkirina qeyûman bi temamî tunehesibandina îradeya gelê kurd e û karê ewil ê qeyûman jî ew e ku êrişî çand, ziman û nirxên gelê kurd dikin. Eren got qeyûm tehamulî nivîsek bi kurdî ya li şaredariyê nakin û nivîsên kurdî yên li ser navendên çandê jî radikin û diguherînin. Eren anî ziman ku polîtîka û tayînkirina qeyûman di heman demê de tê maneya polîtîkaya ku gelê kurd bêbîr û bêçand bihêlin. Eren destnîşan kir ku qeyûm tenê ne meseleya Colemêrgê û xelkê wê ye û got qeyûm meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye.

Serhat Eren da zanîn ku ew li dijî tayînkirina qeyûmê Colemêrgê û di 8 salên dawî de tiştek nemaye ku qeyûman neaniye serê gelê kurd dimeşin Colemêrgê û xwest her kes li dijî êrişa li ser îradeya gelê kurd beşdarî mitînga di 13’ê hezîranê de bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar