Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rewş guherî lê feraset heman e’

Hevserokê Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku hikumeta Şamê pir dijmirovî tevdigere û got: "Hewl dide bi siyasetek qirêj û xapînok gel bixapîne."

Di encama erdheja 6’ê Sibatê de bi hezaran mal û avahî hilweşiyan, bi hezaran jî derizîn û niştecihên wan ji neçarî li stargehan bi cih bûn

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ku berê ji ber êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker zirar dîtine, zirar gihîşt gelek avahiyan, piraniya şêniyan ji tirsa hilweşînê ji malên xwe derketin.

‘Siyaseta durî exlaq didomîne’

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku wan li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêşî gel kirine û stargeh ji wan re peyda kirine û wiha dom kir: “Sedema derfetên me yên kêm jî dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser her du taxan e. Hikûmeta Şamê jî hîna jî rê nade ku pêdiviyên sereke yên şêniyan bikevin her du taxan.”

Mamo, zîhniyeta hikumeta Şamê rexne kir û anî ziman ku piştî erdhejê gelek helwestên mirovî derketin, lê tevî wê jî hikûmeta Şamê dev ji zîhniyeta xwe berneda û siyasetên xwe yên dûrî exlaqê dewam kirin.

‘Hikûmeta Şamê bi astenkirina alîkariyan sûcê mirovahiyê dike’

Mamo pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û alîkariyên navneteweyî yên ji bo alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê da û got: “Bi wan alîkariyan hin pêdiviyên şêniyan hatin pêşwazîkirin, lê belê têra wan hemûyan nekir. Derman, şîrê zarokan li her du taxan tune ne, lê ew di nava alîkariyan de hebûn.”

Mamo destnîşan kir ku hikûmeta Şamê hin alîkarî derbas kirin, lê pêdiviyên girîng mîna ard, sotemenî, derman û şîrê zarokan derbas nake.

Mamo diyar kir ku piraniya niştecihên avahiyên bilind berê xwe daye navendên kombûnê mîna kon, hol, mizgeft, dibistanan.

Mamo da zanîn ku hejmara malbatên ji herdu taxan li navendên kombûnê bi cih bûne zêdetir dibe û ev agahî dan: “Niha 600-700 malbat li stargehan bi cih bûne. Pêwîstiya malbatên ji avahiyên bilind derketine û li xaniyan bi cih bûne jî bi alîkariyan heye, ji ber ku piraniya malan ji bo mayînê ne ewle ne, hinek bê derî û pencere ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar