Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rewşa 20 xwendekarên jin di talûkê de ye

Dewleta Îranê a dagirker ji bo tepisandina serhildanê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî ye, bi polîtîkayên jehrîkirina xwendekarên jinên ciwan dixwaze têk bibe. Li Seqizê rewşa zêdeyî 20 xwendekarên bi jehrê ketine di xeteriyê de ye.

Serhildanê li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî ruxmê hemû polîtakayên zextê yê dewletê bê navber dom dike. Yek ji rêbazên dewleta Îranê ya tepisandina serhildanê li dibîstanên ku xwendekarên jinên ciwan lêne êrîşên bi gaza jehrê ye. Li welat herî kêm 47 xwendekar ji ber bi jehrêketina bi gaza kimyayî rakirine nexweşxaneyan, hat zanîn ku ji xwendekarên ku bi jehrê ketine rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye.

Li gora zanyariyên ku hatine bi dest xistin li bajarê Seqiz yê rojhilatê Kurdistanê li dibistana amadeyî ya xwendekarên jinên ciwan ya Mirac piştî bi jehrêketina xwedekaran malbatên xwendekaran çûn dibîstanê û di navbera malbatan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Malbat û gelên ku êrîşên bijehrîketinê şermezar kirin ala Îranê ya bi dibistanê ve hatî daliqandin anîn xwarê û li dijî Hamaney dirûşim berz kirin.

Hinek çavkaniyan agahî parvekirin ku derbarê hêzên dewletê li ser kesên ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûne gule reşandiye. Lê derbarê van êrîşan de agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

47 xwendekar di xeteriyê de ye

Tiştên hatî jiyankirin di medyaya dijital de hatin parvekirin. Di parvekirinan de jî diyar dibe ku malbatan bi derfetên xwe zarokên xwe radikin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê hat ragihandin ku herî kêm 47 xwendekar di nexweşxaneyan de tên tedawî kirin û ji van xwendekaran rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye. Derbarê mijarê de heta niha rayedarên Îranê tu daxuyanî nedane.

Zarokê Karo Pashabadî yê kurd jiyana xwe ji dest da

Li kêleka wê li paytexta Îranê Tahranê di 15’ê adarê de xwendekarên ku ji gaza kimyewî bi jehrêketin, xwendekarê kurd Karo Pashabadî yê 16 sali bû, di 8’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê agahiya zarokên wan a jiyana xwe ji dest daye parve kir. Cenazeye Karo Pashabadî li gundê Peşawî yê girêdayî navçeya Kamyaran spartin axê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar