Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rewşa Aysel Tûglûk girantir dibe

Parlamentera HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr a ku bi girtiya nexweş Aysel Tûglûk re hevdîtin kir wiha got: “Ji ber tola dixwazin hildin, Ayselê bernadin. Ev bi hiqûq, siyasetê nayê ravekirin.”

Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk nexweş e û li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Li gel teşhîsa nexweşiya “demnas” danîne ser Tûglûk jî ji ber raporên Saziya Tiba Edlî nayê berdan. Tûglûk ji ber nexweşiyê nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike.

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr di 17’ê cotmehê de li girtîgehê bi Tûglûk re hevdîtin kirin.

Taşdemîr ji ajansa me re qala hevdîtinê kir û got wan li Kandirayê bi siyasetmedarên jin re hevdîtin kiriye. Taşdemîr anî ziman ku wan rewşa Aysel Tûglûk li cih çavdêr kirine û dîtina Aysel a di wê rewşê de ji wan re zor hatiye û tesîrek neyînî li ser wan kiriye.

‘Rê li ber mirinê vedike’

Taşdemîr dazanîn ku wan nexweşiya Tûglûk ku girantir bûye ferq kirine û agahiyên derbarê wê de ji Fîgen Yuksekdag ku pê re di heman qawîşê de dimîne girtine. Taşdemîr anî ziman ku Tûglûk rojane nikare pêdiviyên xwe şexsî dabîn bike û bi tena serê xwe nikare tiştek bike. Taşdemîr diyar kir ku neberdana Tûglûk rê li ber mirinê vedike.

 ‘Tolê ji Ayselê digirin’

Taşdemîr destnîşan kir ku li gel Wezareta Dadê û Saziya Tiba Edlî (ATK) rewşa Aysel Tûglûk dizanin jî lê ji ber raporên ATK’ê nayê berdan û ji bo Tûglûk di hefsê de ragirin raporan dikin hêcet. Taşdemîr anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî Tûglûk bi meseleya kurd ve girêdayî ye û got: “Neberdana Ayselê û ragirtina wê ya li hefsê dixwazin tolê jê hilînin. Bi nêzîkatiyek tolhildanê nêzî Ayselê dibin. Divê em li dijî îşkenceya li ser Ayselê dengê xwe bilind bikin û xwedî lê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar