Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​Rewşa dawî ya dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi ye

Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê di nava ambargoyeke giran de ne. Hikumeta Şamê rê nade ku sotemenî, ard û derman û pêwîstiyên din ên sereke derbasî her du taxan bibin. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Her wiha bandoreke neyinî li qadên jiyanê jî kir.

Zêdetirî 5 salan ve hêzên hikumeta Şamê ambargo li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye. Ev ambargo ji destpêka Tebaxa 2022ʹyan ve girantir bûye. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber sermayê û tunebûna mazotê zarokê bi navê Wîsam Sîdo (4) û pitikê bi navê Hisên Kîbar (17 roj) jiyana xwe ji dest da. Li kêlek wê jî gelek zarok di Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer de hene. Lê ji ber dorpêçê gelek derman di nexweşxaneyê de tune ne û li gorî derfetên heyî ew zarok tên dermankirin.

Li gorî rêveberên nexweşxanê, ji bo bandora dorpêçê li ser nexweşan were sivikkirin, derman û şîrê zarokan ên hatine depokirin, ji nexweşan re tên pêşkêşkirin.

Rojane nexweşxane bi sedan nexweşan pêşwaz dike. Piranî nexweşên bêhntengiyê ne ku di vê dawiyê de zêde bûye û rojane 40 nexweş tên nexweşxaneyê. Sedema zêdebûna wan nexweşiyan jî ew e ku tu rêbazên germkirinê tune ne.

Ji bo kehrebe li nexweşxaneyê bê peydakirin, bi rêya bazirganan û bi bihabûn sotemenî tê kirîn. Ji ber ku sotemeniya hatiye depokirin ji bo pêşkêşkirina xebatan ji şêniyan re hate xerckirin.

Firqeya 4′an nahêle ku rêxistin derbasî taxan bibe ku beriya dorpêçê soz dabûn destekê bidin astengdaran. Ji wan rêxistinan rêxistina Kobî. Ji wê zêdetir nehişt alîkariyên Heyva Sor a Sûriyê derbasî taxan bibe da ku di dema wê de li şêniyan belav bike.

Têkoşîna li hember şertên zivistanê

Zivistan li her du taxan pir sar e. Bi tunebûna sotemeniyê re jiyana bi sed hezaran şênî di nava xetereyê de ye. Nexasim zarok û kesên temenmezin.

Piraniya malbatan hewl didin di vê sermayê de û li gel tunebûna sotemeniyê ji ber dorpêça li ser taxan, li ber xwe didin.

Ji bo li hember dorpêç û sermayê bisekinin, şênî kelûpelên li malên xwe yên ji tex çêbûne, dişewitînin û xwe û zarokên xwe pê ger dikin. Li kêlek wê jî xwe li ber bermahiyên berê yên kargehên çêkirina cilan wek caw, blastîk û hwd germ dikin.

Ruxmî bandorên trajedîk ên şewitandina van madeyan jî ku di çêkirina wê de madeyên kîmyawî hene,  lê tirsa mirinê bi sermê, şêniyan neçar dike ku wisa bikin.

Ji ber ku peydakirina sotemeniyê zehmet e û pir biha ye, şênî neçar in ku van rêbazan pêk bînin.

Di vê zivistana sar de jî, pêjna rojê xuya bike, şênî tev li ber rû didin û hinekî bi germê dihesin. Lê di rojên ewr de, batanî û lihêv amûrên gemkirinê ne.

Dorpêç li pêş jiyana mirovan astengiyek e

Di aliyê aborî de, hezar û 200 kargehên çêkirina cilan bi hemû şaxên wê rawestiyan. Ji ber mazot pir biha ye. Her bermîleke mazotê gihaşt nêzî 2 milyon û 300 hezar lîreya sûrî.

Ji ber heman sedeman zêdetirî 40 kargehên betariyan li herêma Şiqeyêf jî rawestiyan.

Lê yên herî zêde zirar ji vê rewşê dîtine jî, karkerên di wan kargehan de ji bo ku debara xwe peyda bikin, kar dikin.

Xebatên xizmetguzariyê heta demeke ne diyar hatiye sekinandin

Gelek saziyên sivîl, gel hişyar dikin bi taybet komîn ku bi awayekî rêk û pêk nan li hemû welatiyan belav bikin, li kêlek wê jî xebatên din dimeşînin.

Ji ber kêmbûna sotemeniyê, Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biryar da ku hemû proje û mekanîzmeyên xebatan rawestînin. Ji ber ku sotemenî tune ye û yê heyî jî ji bo erebeyên komkirina çopê ye. Da ku tu pirsgirêkên tenduristî û jîngehê ji ber çopê çênebin.

Rumxî van hemû rewşên trajedîk jî, lê şêniyan da zanîn ku di dema êrişên çeteyên artêşa tirk ya dagirker ên li dijî her du taxan de rojên herî giran derbas kirin. Gel bi berxwedaneke mezin li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li hember van çeteyan sekinî û dê niha jî li ber xwe bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar