Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Rewşa Dogan ê di greva birçîbûnê de giran dibe

Endamê koma Grup Yorumê Vedat Dogan 124 roj in li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Dogan, Sara Dogan diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê giran dibe û wiha got: “Nikare tifika xwe jî daqûrtîne. Bila daxwazên kurê min bên qebûlkirin.”


Endamê koma Grup Yorumê Vedat Dogan li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û di sibatê de tevî hevalên xwe sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin. Dogan, bi daxwaza ku bi hevalên xwe yên ji heman dosyayê hatine girtin li gel hev bimîne, girtîgeh nêzî malbatên wan be û girtina girtîgehên bi “tîpa bîrê” greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakî di roja 124’an de didome.

Dayika Dogan, Sara Dogan û endama Komeleya Piştevanya bi Malbatên Girtiyan re (TAYAD) Lerzan Caner, bang li îktîdarê kirin ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de qebûl bikin.

Sara Dogan, da zanîn kurê wê û girtiyên din di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wan jî li dijî vê rewşê greva birçîbûnê dane destpêkirin. Dogan, diyar kir ku girtî di mercên dermirovî de tên ragirtin û wiha got: “Di 1’ê tîrmehê de çûm hevdîtina vekirî. Gelek xerab bû, guhên wî nedibihîst, çavên wî çûbûn. Nedikariya tifika xwe daqurîne. Divê tavilê bên sewqkirin. Çi ji van ciwanan dixwazin? Yên mirovan dikujin, tecawizkar, diz li derve ne. Ma zarokê me çi kiriye, ma dayina konserê sûc e?”

Dogan, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de bicih nayîne û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de zehmetiyan derdixînin. Divê rojê du caran hebên B1’ê bên dayin lê carekê didin. Ev bû sê meh ji bo şekira Konyayê were dayin em di nava hewldanan de lê nadin. Şekirên cejnê didin. Ji ber ulsera mîde û şekirên cejnê nexweş bûn. Zarokên me dixwazin girtîgehên bi tîpa Y,R û S’yê bên girtin û divê ev daxwaza wan bê qebûlkirin. Hewşa wan tune ye, roj tune ye, tiştek tune ye. Em telefonê vedikin, bersivê nadin. Yekser digirin. Ev bû sê meh ji bo wêneyekî hewl didim lê naşînin. Qet nebe wêneyê kurê min bidin. Divê ev girtîgehên bi tîpa bîrê tavilê bên girtin. Heke kurê min derkeve jî bila kesekê din nekeve wir. Ew der cihekî pir nebaş ê îşkenceyê ye.”

Endama TAYAD’ê Lerzan Caner jî got ku girtîgehên bi tîpên Y,R û S’yê ji hêla îktîdarê ve bi bêdengî hatine vekirin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de ev der ji bo girtiyên muebbeta girankirî hatine vekirin. Lê hemû kesan, yên ne hikûmxwar jî li wir digirin. Ev gefeke mezin e û em dixwazin bên girtin. Xizmên girtiyan ji bo vê gelek caran ji Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re daxwazname şandin. Lê bersiv neda. Bi bersivê wekî her carê dibêjin ‘Hûn pereyan bişînin, bila zarokên we navên sê girtîgehan binivîsin, em ê sewq bikin.’ Lê derew e. Hinek malbatan ceribandin lê bersiva ‘zarokên we başhal nînin.’ Anku ev xapandineke. Em dixwazin ev girtîgeh bên girtin.”

Di bedewamê de Caner diyar kir ku divê li daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bê guhdarîkirin û axaftina xwe wiha qaedand: “Ev girtîgeh bi rastî jî veguherîne navendên îmhakirinê. Kesên nikarin ji hêla fikrî ve teslîm bigirin, li van girtîgehan tên tunekirin. Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî van girtîgehan û ji bo piştevaniya bi girtiyan re dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar