Rewşa girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne her ku diçe girantir dibe. Girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandin ku hevalên wan li ber çavên wan dihelin û ber bi şehadetê ve diçin. Girtiyan got ku hevalên wan kor bûne û banga xwedîderketina li berxwedanê kir
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Greva birçîbûnê ya koma yekemîn a li girtîgehan ku di 16’ê kanûnê de dest pê kiribû, 128 roj li pey xwe hişt. Rewşa girtiyan her ku diçe xerab dibe û rewşa gelek girtiyan di asta herî krîtîk de ye. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Çetîn Baran (28) li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê tê girtin. Baran 53 roj in di greva birçîbûnê de ye. Baran di sala 2009’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê girtin û li Girtîgeha Zarokan a Pozantiya Edeneyê îşkence û muameleya xerab lê tê kirin. Baran di sala 2010’an de tê berdan û piştre careke din tê girtin û 22 sal ceza lê tê birîn. Baran di serî de li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê û niha jî li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê tê girtin.
‘Em paşve gav naavêjin’
Têkildarî mijarê dayika Baran, Ayde Baran axivî û wiha got: “Ji ber rewşa aborî ev 7 meh in min kurê xwe nedîtiye. Nizanim bê ka rewşa wî çawa ye. Ez nikarim ji kurê xwe re lîreyekî jî bişînim. Ez dixwazim min jî bigirin û deynin kêleka kurê min. Di 15’ê nîsanê de bi telefonê pê re axivîm. Moralê wî baş bû û di got; ‘heta ku em encamekî bi dest dixin dê li ber xwe bidin. Em ê bi çalakiya xwe tecrîdê bişikînin. Rewşa du hevalên min pir giran bûye. Yadê li ber çavê min dihelin. Nikarin rabin ser xwe û bi malbatên xwe re bi telefonê bi axivin.’ Em piştgiriyê didin zarokên xwe. Ger dewlet gav neavêje, em jî dê paşve gav neavêjin. Ger mirin be mirin.”
Nivîskar Turk peyam şand
Nivîskarê pirtûkên ‘Dema dendureşkan’ û ‘Dijminê Li Pirê (Koprudekî Duşman)’ Mûrat Turk jî ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîş a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye. Turk bi telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek da. Turk da zanîn ku Ugur Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel 118 roj, ew û 24 girtiyên din jî 53 roj in di greva birçîbûnê de ne. Turk diyar kir ku çavikek wan jî bimînê, heta ku tecrîdê tê şikandin dê çalakiya xwe bidomînin.
‘Divê dayik bi tenê neyên hiştin’
Turk anî ziman ku bi taybet jî rewşa 3 hevalên wan pir girane û wiha domand: “Çavên sê hevalên me kor bûne. Vedireşin, hişê wan diçe, her deverê wan diêşe û ji ber krampên mîdeyê nikarin rakevin. Bêhn û deng wan aciz dike. Hevalên me kêlî bi kêlî dihelin û ber bi şehadete ve diçin. Ger tecrîd bê şikandin, dê gelên Anatoliya û Mezopotaymayê derbasî qonaxek din a têkoşînê bibin. Dê ev jî şertên azadiyê derxin holê.Moral û maneviyat di asta herî jor de ye. Adeta bi ruhê Mazlum, Kemal û Xeyrî yê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Nifşeke berxwedêr derket holê. Wek mîsogeriya têkoşîna azadiya siberojê derketin holê. Bi hezaran nifş berxwedanê radixin ber çavan. Me dîmenên dayikên li Gebzeyê di televizyonê de dît. Ev dayikên me divê bi tenê neyên hiştin.”
Ji ber rewşa kurê xwe bi fikar e
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Bariş Kiliç (43) e. Kiliç di sala 1994’an de di pevçûneke li Dêrsimê de hate girtin û cezayê muebbetê yê girankirî lê hat birîn. Kiliç 25 sal in di girtîgehê de ye û niha jî li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Xarpêtê tê girtin. Kiliç 127 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Kiliç, Şerîfe Kiliç di 15’ê nîsanê de bi kurê xwe re hevdîtin kir. Dayika Şerîfe anî ziman ku ew ji ber rewşa kurê xwe pir bi fikare.
‘Bi şev û roj ji hizra min naçe’
Dayika Şerîfe diyar kir ku gardiyan li dijî girtiyan muameleya xerab dikin û ev agahî dan: “Nahêlin ku girtî silav jî bidin. Min moralê kurê xwe gelek baş dît. Bi bawerin ku dê bigihijin armanca xwe. Ev bawerî jî wan zindî dihêle. Bariş gelek zeîf bûye. Vîtamînan nadin wan. Min destê kurê xwe xist nava destê xwe û germ kir. Bi şev û roj ji hizra min naçe. Ne tenê kurê min, hemû girtî di bîra min de ne. Ez weke dayikekê bang dikim, bila daxwaza zarokên me qebûl bikin û tecrîdê rakin. Tecrîd dikuje, mirin e, zilm e. Daxwaza wan daxwaza me ye.”