Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe

Alî Boçnak ê 76 salî di sala 2009’an de li Qersê di çarçoveya operasyona di bin navê ‘KCK’ê de hatiye binçavkirin û bi dû re jî hatiye girtin. Piştî hatiye girtin 7 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn. Lê belê ji ber ku tenduristiya Boçnak nebaş e, her diçe rewşa wî girantir dibe.

Boçnak niha di Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê de ye û di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.

ATK: Hewce nake

Kurê wî Alpaslan Boçnak diyar kir ku bavê wî di nasnameyê de 76 saliyê ye lê belê emrê wî yê rast 80 ye û wiha got: “Di sala 2018’an de emeliyata hemoroîtê bû. Me raporên wî şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) lê gotin ‘dikare cezayê xwe bikişîne, ne hewce ye bê berdan.’ Bavê min meha borî jî ji ber fitiqê emeliyat bû. Piştî emeliyatê ew kirine karantînayê. Loma ev demek e em nikarin hev bibînin.”

Boçnak diyar kir ku ji serê sala îsal heya niha tenê bi telefonê bi bavê xwe re diaxivin û ev tişt anî ziman: “Got piştî emeliyata dawî nava wî werimiye û gurçikên wî diêşin. Birayê min jî di heman girtîgehê de dima. Paşê birayê min şandin Gîresûnê. Gava birayê min li wir bû aliyê bavê min dikir.”

‘Bila cezayê wî bê taloqkirin’

Her wiha Boçnak xwest rojek berî rojekê bavê wî bê berdan û got ku her cara ku bavê wî dibin nexweşxaneyê wî dikin karantînayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojên serdanê jî leqayî wê rojê dibin. Ji ber ku em nikarin biçin girtîgehê, tenê em bi telefonê diaxivin. Hem ji be emrê wî hem jî ji ber nexweşînên wî, em dixwazin an bê berdan an jî cezayê wî biqulibînin cezayê hepsa malê. Ji bo vê em bang li Wezareta Dadê dikin.”

Ne însanî ye

Hevjîna Boçnak Besra Boçnakê jî xwest hevjînê wê yê nexweş rojek berî rojekê bê berdan û wiha got: “Ez dixwazim bê malê. Ji ber ku nexweş e nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike. Gava di hepsa malê de be, qet nebe em ê karibin alîkariya wî bikin. Ji zû ve ye min hevjînê xwe nedîtiye. Ne însanî ye ku mirovekî nexweş di girtîgehê de be.” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar