Çalakiya ku Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li Enqereyê li dar dixe, di hefteya 466’emîn de dewam kir. Çalakî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal hat kişandina ser rewşa girtiyên nexweş Mûstafa Saît Turk li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Ji Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend.
Çevîrmen ragihand ku tevî ku Mûstafa Saît Turk 86 salî ye û nexweş e, li girtîgehê tê ragirtin û nerazîbûn nîşanî girtîbûna Mûstafa Saît Turk da.
Komîsyona Girtîgehên Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê, 594’emîn çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber komeleyê hat kirin û bal hat kişandina ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin.
Ji Komîsyona Girtîgeha Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Meral Nergis Şahîd got ku divê Turk were berdan.