Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş di asteke xeternak de ye

Rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş roj bi roj xerabtir dibe. Aktaş ku her du milên wî nînin, her wiha bi nexweşiyên weke KOAH, bronşît û tuberkulozê ketiye. Parêzera Aktaş Gullîzar Tuncer got ku miwekîlê wê ji ber nexweşiyên xwe li ber mirinê ye

Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî nînin û Saziya Tiba Edlî (ATK) 5 caran rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ dayê, nayê berdan. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê nexweşiya tuberkulozê li Aktaş peyda bûye û ji ber vê jî her tim ji devê wî xwîn tê. Der barê mijarê de parêzera Aktaş, Gullîzar Tuncer axivî û destnîşan kir ku divê Aktaş li nexweşxaneyeke baş bê dermankirin.

Tuncer da zanîn ku Aktaş di 12’ê gulanê de ji Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê sewqî Girtîgeha Jimar 9 a Sîlîvriyê hatiye kirin û wiha domand: “ATK’ê di 5’ê tebaxê de raporek da Aktaş. Me jî ji bo taloqkirina înfaza Aktaş bi rêya vê raporê serî li Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê da. Lê dozgeriyê di 8’ê tebaxê de serlêdan red kir. Destekî Aktaş ji enîşkê û destê din jî ji bazendê ve nîne. Her wiha nexweşiyên weke KOAH, bronşît û tuberkulozê lê peyda bûne. Rewşa wî xerab e. Aktaş ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 6’ê adarê de ketibû greva birçîbûnê û çalakî heta 20’ê gulanê dom kir. Ji ber vê jî bêhal bûye û nexweşiya zatureyê lê peyda bûye.”

Rojê 10 dermanên cuda bi kar tîne

Di berdewamê de jî Tuncer anî ziman ku Aktaş di 26’ê tîrmehê de jî ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hatiye kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir ji bo nexweşiya xwe rojê 10 dermanên cuda bi kar tîne. Jê re hatiye gotin ku dê pêvajoya dermankirina wî 9 mehan bidome. Di kontrola dawî de xuya bûye ku bronşît lê peyda bûye. Ji ber van nexweşiyan jî Aktaş niha li ber mirinê ye. Divê di zûtirin demde sewqî nexweşxaneyeke baş bê kirin.”

Şertên girtîgehê bandorekê xerab kiriye

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî ji bo rewşa Aktaş bi girtîgehê re hevdîtin kir û ev tişt anî ziman: “Şertên girtîgehê tesîreke pir xirab li rewşa Aktaş kiriye. Hefteyeke dîspanser dermanên Akatşa nadinê. Lê sedema vê nayê gotin. Yên ku nexweşiya tuberkulozê lê di asteke zêde de be, nikare li girtîgehan bê dermankirin. Wezareta dadê ji bo vê rewşê tiştekî nake.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar