Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rewşa girtiyên nexweş bi tecrîdê ve girêdayî ye

Li Wanê jinan bertek nîşanê neberdana girtiyên nexweş dan û anîn ziman ku girtî îro bi mirinê re rû bi rû ne û armanc jî tunekirine. Jinan, banga xwedîderketina li girtiyan kir.

Ji Kurdistan, Tirkiye û çar aliyê cîhanê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye agahî nayên girtin, çalakî û hewldan berdewam bikin. Tecrîda ku 24 sal in li ser Abdullah Ocalan giran dibe, bandorê li ser tevahiya qadên jiyanê û taybetî jî li ser girtîgehan dike. Tecrîda ku li hemû girtîgehan bi bandor bûye rê li ber berdana girtiyên nexweş digire. Girtiyên nexweş bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan.

Li Wanê jinan bertek nîşanî tecrîdê dan û nêrînên xwe ji JINNEWS’ê re anîn ziman.

 ‘Ji bo girtiyên nexweş dakevin qadan’

Azîze Bedîr, destnîşan kir ku tecrîdek giran îro li girtîgehan tê meşandin û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir. Azîze, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û got: “Ji ber vê yekê bila girtiyên nexweş demildest bên berdan û bên malên xwe. Dewleta Tirk îro zilmê li ser girtiyên me dike. Îro bi hezaran kes ji ber vê zilmê di nava çar dîwaran de girtî ne. Ew dixwazin girtî bimirin. Êdî bes e bila dilê dayikan neşewite. Dewleta tirk ji ber çi girtiyên me yên nexweş bernadin? Zarokên me di girtîgehan de dikujin. Em di televîzyonan de dibînin ku her roj girtiyek tê kuştin. Armaca îktîdarê ew e ku kurdan tune bike. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş bernadin. Divê îro Gelê Kurd ji bo girtiyên nexweş rabin li ser piyan û dakevin qadan. Em xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”

Ji bo xwedîderketina li girtiyan bang

Sabîha Yakut jî bal kişand li ser tecrîda ku li ser tevahiya girtîgehan belav bûye û şermezar kir. Sabîha, da zanîn ku divê tecrîd bê şikandin û girtî tenê neyên hiştin û wiha pê de çû: “Tecrît îro di destpêkê de li ser Serok Apo heye, piştre jî li ser tevahiya girtiyan heye. Di girtîgeha Erziromê de jî tecrîdek giran tê meşandin. Girtiyên di girtîgeha Erziromê îro bi mirinê gef li wan tê xwarin. Em girtiyan tenê nehêlin. Em dayik divê rabin li ser piyan û destên xwe bidin destên hevdû. Em Serok û hemû girtiyên xwe rizgar bikin. Ger ku em ranebin dê rewşa girtiyan ne baş be. Em neçarin ku xwedî li girtiyên xwe derkevin. Wekî din tu rêyek me tuneye. Banga min ji dayikan ew e ku rabin li ser piyan û xwedî li girtiyan derkevin.”

 ‘Tecrîdeke mezin li ser serok heye’

Sabîha, diyar kir ku ji bo zilma li ser girtiyan bi dawî bibe divê ew tecrîda ku kûr bûye bişkînin û wiha axivî: “Kurê min li Girtîgeha Erziromê girtî ye û li hemberî wan tecrîdek mezin heye. Kurê min gelek caran bi kuştinê re rû bi rû ma. Divê em xwedî li girtiyan û girtiyên nexweş derkevin da ku ew zilmê nebînin. Îro tecrîdek giran li ser serok heye. Divê em xwedî li Serokê xwe derkevin.  Heta ku tecrîta li ser Serok hebe dê li ser hemû girtiyan jî hebe. Em tecrîdê bişkînin girtiyan azad bikin.”

‘Ji xeynî berxwedanê tu çareseriyek me tuneye’

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Elbaqê Îlknûr Aydin jî bi lêv kir ku her cûre zilm û zordarî li ser Gelê Kurd tê meşandin û got ji van qadan yek jî girtîgeh in. Îlknûr, destnîşan kir ku bi taybetî li ser girtiyan ev zilm zêdetir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji hikûmetek ev qas faşîst dikarin çi hêvî bikin? Armanca hikûmetê ew e ku Gelê Kurd di her aliyê de bindest bikin. Lê belê em vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê yekê em îro li dijî vê zilmê di her aliyê de têkoşîna xwe dimeşînin. Tecrîda ku ser Serokatî tecrîda li ser Gelê Kurd e. Em hemû jî vê yekê baş dizanin. Em di wê bawêriyê de ne ku dê ev gel bi têkoşîna xwe hem tecrîda li ser Serokatî û hem jî ya li ser Gelê Kurd rabike. Ji ber vê jî kurd hêza xwe divê bike yek ku vê zilmê zûtir bi dawî bikin. Heta kengî ev zilm dê berdewam bike? Ev sed sale kurd bindest in. Divê gelê me hişyar be. Ev zilm îro li ser me tê kirin, dê sibê li ser zarokên me jî ev zilm bê meşandin. Ji xeynî berxwedanê tu çareseriyek me tuneye. Em têkoşîna xwe bikin yek û vê pergalê xilas bikin. Ji bo em dawî vê zilmê bînin û girtiyên nexweş azad bikin divê em bibin yek. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hîştin. Li dijî vê yekê divê em rojek berê zûtir vê zilmê û tecrîdê bi dawî bikin.”

 ‘Xwedî li girtiyên nexweş derkevin’

Şehrîban Ûysal a ku kurê wê jî di girtîgehê de ye, da zanîn ku îro zilmek mezin li ser girtiyan û taybetî li ser girtiyên nexweş tê meşandin û wiha axivî: “Zarokên me di temenê biçûk de tên girtin. Îro gelek girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de ne nayên berdan. Tehemûla wan ji Gelê Kurd re nayê. Ji ber vê yekê girtiyên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin û li derve jî zilmê li ser gelê me dimeşînin. Girtiyên nexweş bi awayek kêyfî bernadin. Em dixwazin hemû girtiyên me demildest bên berdan û taybetî jî yên nexweş. Bila bên berdan ku tedawiya wan derve bê kirin. Divê Gelê kurd hêza xwe bike yek xwedî li girtîgehan û girtiyên nexweş derkevin. Ger ku em bibin yek em ê karibin vê zilmê bi dawî bikin. Êdî bes e bila zilma li ser girtiyan jî bi dawî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar