Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Rewşa girtiyên nexweş gihiştiye asta xetere’

Nûnera TÎHV’ê ya Wanê Sevîm Çîçek diyar kir ku pirsgirêka girtiyên nexweş gihiştiye asteke xetere û wiha got: “Divê li vir mirov li berpirsyartiya dewletê û polîtîkayên pêk tîne binêre. Girtî ne tenê di girtîgehan de piştî ji girtîgehan derdikevin jî jiyana xwe ji dest didin.”

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş hene û wan terkî mirinê kirine. Dewleta tirk a dagirker girtiyên xweş terkî mirinê dike. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan her ku diçe şert û mercên fizîkî û psîkolojîk ên girtiyan xerabtir dibin û binpêkirinên mafan zêde dibin. Yek binpêkirina sereke ku girtî pê re rûbirû dimînin jî mafê xwe gihandina tenduristiyê ye. Girtiyên ku bi pêkanînên weke êşkenceyê re rûbirû dimînin, di nava girtîgeh, nexweşxane û Saziya Tiba Edlî (ATK) ku weke “sêgoşeya mirinê” tên penasekirin de dimînin.

Bi sedan girtî yên ku bi raporên ATK’a ku bi biryarên siyasî yên dide tên rexnekirin ên “dikarin di girtîgehê de bimînin” niha di nav çar dîwaran de ne. Hin girtiyên li ber mirinê hatin berdan jî di demekî kurt de jiyana xwe ji dest dan. Tenê di nava sala par de herî kêm 34 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Bangên rêxistinên mafên mirovan, hiqûq û tenduristiyê ku ji bo ev pirsgirêk were çareserkirin û ji mafê jiyanê yê girtiyan re rêz were girtin hatin kirin, bê bersiv dimînin.

Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Sevîm Çîçek, pirsgirêka girtiyên nexweş û nêzîkatiya desthilatê ya girtiyên nexweş nirxand.

Çîçek, diyar kir ku ji ber şandeyên serbixwe niha nikarin biçin girtîgehan û tiştên diqewimin nikarin qeyd bikin îro haya me ji girtîgehan bi temamî nîne ku li wan deran çi diqewime.

Çîçek, anî ziman ku weke weqf di çarçoveya agahiyên bi serlêdanên bisînor de tên bidestxistin rapor tên amadekirin û wiha got: “Kesên piştî tên berdan serî li saziya me didin û tiştên diqewimin ji me re radigihînin. Ji van agahiyan em dibînin ku li girtîgehan hiqûq nema ye. Di gelek mijaran de bêhiqûqî li girtiyan tê kirin û di mijara xwe gihandina tedawiyê de rastî binpêkirinên mafan tên. Pirsgirêka girtiyên nexweş gihiştiye asteke bifikar. Divê li vir mirov li berpirsyartiya dewletê û polîtîkayên pêk tîne binêre. Girtî ne tenê di girtîgehan de piştî ji girtîgehan derdikevin jî jiyana xwe ji dest didin. Dewlet û saziyên têkildar jî hêj têkildarî vê mijarê de gavek neavêtine.”

Çîçek, bal kişand ku Wezareta Dadê di serî de têkildarî girtiyên nexweş, derbarê girtîgehan de agahiyên zelal parve nekirine û ev tişt gotin: “Mixabin saziyên têkildar tiştên li girtîgehan diqewimin bi awayekî rast, bêalî û zelal ji civakê re na ragihînin. Em bi daneyên li ser malbatên girtiyan û parêzeran bi dest dixin nirxandinan dikin. Yek ji pirsgirêka herî girîng ku girtiyên nexweş dijîn, xwe gihandina tenduristiyê ye. Em weke sazî dizanin ku li hin girtîgehan bijîşk nînin, girtiyan di dema xwe de nabin revîrê, sewqên wan ên nexweşxaneyan dereng tên xistin, heke bibin jî mûameleyeke li dijî rûmeta mirovahiyê lê tê kirin. Girtiyan tecrîd dikin û hewl didin ku têkiliyên wan ên bi mirovan re qût bikin. Mînak hucreyên yek kesî hatin avakirin û girtî cezayên li wan hatine birîn di van hucreyan de xelas dikin. Gelek girtiyên nexweş ne di wê rewşê de ne ku bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin.”

Çîçek, destnîşan kir ku rêveberiyên girtigehan ji girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin yekser berpirsyar in û dewlet jî neyekser berpirsyar e.

Çîçek, diyar kir ku ATK biryarên siyasî dide û da zanîn ku ne di hiqûqa navîn de ne jî di hiqûqa navnetewî de nêzîkatiyeke wiha nîne. Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê jiyana girtiyan û mafê wan ê tenduristiyê di berpirsyartiya dewletê de ye. ATK, rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî serdozgeriyên komarê biryara dawî didin, ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Polîs, leşker, rêveberiya girtîgehê û dozger nikarin biryara ku dê girtiyê nexweş bimîne di girtîgehê de an jî derkeve bide. Ev pêvajo bi peymanên navnetewî hatiye diyarkirin û Tirkiye jî weke alî îmze kiriye. ATK saziya herî bilind a biryardayînê ye. Lê dema em li biryarên ATK’ê dinêrin di nava xwe de gelek nakokî hene. Her wiha raporên ji zanîstiyê dûr, nirxandinên siyasî û li gorî polîtîkayên desthilatê yên girtîgehan dide. Rapor hatine asteke wisa ku bêyî ku hemû tetkîkên girtiyên nexweş bên girtin û îmzeya bijîşk hebe biryar tên dayîn.”

Çîçek, têkildarî vê rewşê got ku “pratika ji girtiyan tolê hilînin tê meşandin” û destnîşan kir ku divê civak li dijî pêkanîn li girtiyên nexweş tên ferzkirin bihestiyartir bibe.

Çîçek, anî ziman ku weke sazî xebatên têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di nava salê de têkildarî girtîgehan raporên xwe parve dikin. Di mijara divê çi bê kirin de jî em raya giştî agahdar dikin. Piştî şewbê têkildarî rewşa girtiyên nexweş me gelek rapor amade kirin. Di vê mijarê de tişta ji destê me bê em ê bikin. Ji bo ku girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedin em ê ji saziyên têkildar re her tim hişyariyên xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar