Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rewşa girtiyên siyasî

Desthilata AKP-MHP’ê ji ber ku piştgiriya xwe ya civakî winda dike, asta tundiya xwe berfireh dike û berê xwe dide şêwazên herî vekirî û rasterast û gefan li kurdan dixwe. Vê yekê bi aliyek bi çekên kîmyewî dike li aliyê din bi êrîş, girtin û tecrîdê dike.

Ji 23‘ê Nîsana 2021’an vir ve li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî HPG’ê û sivîlan, dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Heya niha bi dehan gerîla ji ber wan çekên kîmyewî şehîd bûne.

Dîsa tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin îro xwe gihandiyê hemû civakê. Dewleta tirk van êrîşên xwe ne tenê li hemberî kurdan pêk tîne, li hemberî hezên demokratîk jî pêk tîne.

Ji siyasetmedaran bigire heya rewşenbîr, rojnameger û jinên pêşeng ji xwe re wek astengiyek dibîne û dike hedef.

Li girtîgehan li hemberî girtiyên siyasî asta îşkenceyê her ku diçe zêde dibe. Van demên dawîn hejmara bûyerên wek destdirêjî, tundî û lêgerîna tazî û îşkence zêde bûye.

Ev pêkanînên dijmirovî her diçin zêdetir dibin. Wek di bûyera Garibe Gezer de ku derkete holê, Garibe Gezer 22 roj di hucreya yek kesî de tê girtin û dûvre rastî tundî û tecawizê tê.

Dewleta tirk girtiyên nexweş ên li ber mirinê jî bernade û bi rêya saziyên xwe tên tenduristiyê rêya wan a derketinê jî digire. Girtiyên ku dibê rojekê jî di girtîgehê de nemînin bi eziyetê terkî mirinê û îşkenceyê tên kirin.

Wek siyasetmedar Aysel Tugluk ku ji 28’ê kanûna 2016’an vir ve girtiye û li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê ye û pê re nexweşiya Alzheimer hatiye tespîtkirin jî şûna were berdan, girtî tê hiştin.

Aysel Tugluk di jiyanan xwe ya siyasî de rastî gelek zehmetiyan hatiye. Lê ya herî zehmet herhal di dema windekirina dayika xwe de jiya ye. Faşîstan wê demê êrîşê merasîma cenazeyê dayika wê kiribûn û nehîştibûn li Enqereyê defin bikin û li ser vê yekê cenaze li Dêrsimê hatibû definkirin.

Di rojek wisa de ku mirov dixwaze tenê şîna xwe bike wê nikarîbû şîna dayika xwe jî bike.

Desthilata AKP-MHP’ê ji miriyên me ditirse, goristanên me xerab dike, li nexweşên me jî gefan dixwe. Cihe ku girtiyên nexweş werin berdan û tedawiya wan werin kirin, bi îşkence û mirinê re rû bi rû tên hiştin.

Li gorî raporên ÎHD’ê di serdema desthilatiya AKP’ê de li girtîgehan bi sedan  girtiyên nexweş ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa bi sedan nexweşên giran hîn jî di zindanan de tên girtin.

Dewleta tirk dixwaze bîra kurdan a heyî tune bike.  Her kesê ku ji xwe re dibêje ez sosyalîst im, demokrat im û azadîxwaz im dibê sekneke wê/wî li hemberê îktîdara AKP-MHP‘ê hebe. Wekî di nikare civakek azad, demokratîk û biedalet were avakirin.

Ji bo em bîra xwe winda nekin divê em rastiyê bibînin û bibin yek, encax wê demê em dikarin govenda azadiyê bi hev re bigerînin.

Nûçeyên Têkildar