Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Rewşa ku Rêber Apo tê de ye pirsgirêka neteweyî ye’

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn diyar kir ku rewşa ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê de ye pirsgirêka neteweyî ye û ev bang kir: “Kî bê, kî neyê ew dizanin. Divê em îsal konferansê yekitiya neteweyî li dar bixin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîn navborî ya 22’yemîn a Civata Giştî li dar xist. Endamê KNK’ê Adem Ûzûn di civînê de axivî û diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn diqewime û got ku divê hemû Kurd bi vê yekê zanibin Adem Ûzûn anî ziman ku tişta li Rojhilata Navîn diqewimin beriya avakirina pergaleke nû ye û wiha axivî: “Her kes li pey vê planê ne. Bi taybetî jî Tirkiye û Îran di vî warî de hewldanên wan hene û ji bo vê jî planan çêdikin. Lê belê ev hêz Tevgera Azadiya Kurd ji bo xwe weke pirsgirêk dibînin. Ji ber vê jî amadekariya operasyon û êrîşê dikin. Di sedsala nû de tiştên nû diqewimin. Loma jî naxwazin Kurd tiştekî bi dest bixin. Îro li Rojhilata Navîn hem şerê Xezeyê hem jî şerê Îranê me eleqedar dike. Em nikarin wek berê tevbigerin. Divê em biryarên cidî û girîng bidin. Em ê yan tune bibin yan jî em ê tiştekî bi dest bixin.”

Ûzûn bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê diqewimin û wiha berdewam kir: “Ya ku îro diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Kurd di navenda vê de ne. Em nikarin di vê serdemê de destkeftiyên kurdan ên ku heta niha hatine bidestxistin bikin qurban. Lewma divê helwesta me ya li hemberî hêzên ku bi dijminên me re tevdigerin zelal û vekirî be. Divê em nêzîkatiyên van hêzan şermezar bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Adem Ûzûn diyar kir ku pirsgirêkên Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê yên neteweyî ne û wiha got: “Kerkûk ji bo me pirsgirêkeke neteweyî ye, her wiha herêmên din ên Kurdistanê jî ji bo me pirsgirêkeke netewî ne. Rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye jî pirsgirêka me ya neteweyî ye. Em nikarin Rêber Apo weke rêveberiya partiyek û parçeyekî wê bibînin. Di dîrokê de hemû serokên kurdan hatin qetilkirin. Ger îro tiştek were serê Rêber Apo em ê ji dîrokê re çi bêjin? Ji bo ku li cîhanê bibe xwedî rûmet, divê em hemû nirxên xwe biparêzin.”

Adem Ûzûn diyar kir ku divê konferansa neteweya Kurd bê lidarxistin û dawî li axaftina xwe anî: “Em di 100’emîn salvegera Lozanê de ne. Sed sal berê dewletan welatê me parçe kirin. Îro em ji bo vê yekê vala derxin têdikoşin. Me par di Konferansa Lozanê de biryara Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê wergirt. Li vir ez dîsa bang dikim; em îsal vê konferansê li dar bixin. Kî bê, kî neyê ew dizanin. Yên nayên bila neyên. Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neynin, tu kes me cidî nagire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar