Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Rewşa mirovî û helwesta hikûmeta tirk

Wekî tê zanîn di 6 sibatê 2 erdhejên mezin li Mereşê çêbûn û bandora xwe li gelek bajarên Tirkiye, Sûriye û bakurê Kurdistanê kir.  Piştî wê kambaxî û wêraniya mezin a ku bû sedema mirina bi deh hezaran û birîndariya bi sed hezaran mirov, gelek welatan destê alîkariyê dirêjî hikûmeta tirk kir. Di nava wan welatan hin welatên ku têkliyên di navbera wan û Tirkiyeyê de gelekî aloz û xirab jî hebûn. Amerîkayê tevî têkliyên wê yên aloz di dema dawî de bi hikûmeta tirk re dîsa jî hem alîkarî da û hem jî wezîrê karê Derve serdana Tikriyeyên kir.

Ji aliyekî din welatê wekî Swêd û Fînlandayê yên ku têkliya di navbera wan a Tirkiyeyê gelekî aloz bûbû ji ber astengkirtina hikûmeta tirk a tevlêbûna wan na NATO’yê lê wan jî piştgirî û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê re pêşkêş kir. Her wiha Yewnanistan û Misrê jî ku têkliya wan a bi hikûmeta tirk re di nava krîzeke mezin debû jî peyamnên piştgiriyê û alîkarî dan Tirkiyeyê.

Hikûmeta tirk jî ji vê rewşê kêfxweş bû û ev rewşa heyî ji xwe re bikar anî û di warê dîplomasiyê de ew rewş ji xwe bikar anî  hewlda ku sûdê jê werbigire.

Her çendî ku mirov nikare helwesta wan welatan jî sedî sed wekî rewşeke mirovî binirxîne lê bi kêmanî li hemberî wê karîseta mezin helwesteke insanî nîşan dan. Hikûmeta tirk jî bersiva wan helwestan bi rengekî erênî da û hewl da ku ji bo berjewendiyên welatê xwe bikar bîne.

Lê mixabin hişmendî û helwesta hikûmeta tirk tenê di warekî de nehate guhertin. Helwesta û dijminahiya bi gelê kurd nehate guhertin. Di demekê de ku hîna bi deh hezaran mirov di bin kavilên erdhejê de bûn, hikûmeta tirk bi balafirên xwe yên bê mirov êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikir. Her wiha bê navber êrîşên xwe yên li dijî herêmên parastinê yên gerîla jî berdewam kirin.

Êdî aşkera hate xuyakirin ku ev hikûmeta rojane bi trilyonan pere ji bo çek û alavên kuştina mirovan xerç dike, di dema erdhejê de nikaribû ji bo rizgariya mirovan tiştekî bike. Ji ber ku hemû budçeya xwe li çekên ji bo kuştina mirovan xerç dike. Lê ji bo parsatin û rizgarkirina mirovan wiha xuya kir ku vê hikûmetê tu proje û planeke xwe tune bû.

Budçeya xwe tevî li alavên kuştinê xerç dikin

Ji bo destwerdana xwepêşandanekê dikarin di kêlîkekê de bi hezarên hêzên polîs bicivînin da ku xwepêşandêran bigirin û destwerdana çalakiya wan bikin lê ji bo rizgakirina mirovên di bin kavilan de bi rojan tîmên rizgakirinê negihan wan.

Ev hikûmet ji bo ixbarekê ku reşahiya çend mirovan  li ser çiyayekî Kurdistanê xuya dike, dikare bi çend helîkopteran bişîne lê ji bo rizgakirina mirovên di bin kavilan de dibêjin; rê xera bûbûn  lewra me nikaribû çend rojên pêşî xwe bigihanda wan bajaran.

Bi kurtî mirov diakre wiha bêje bûtçeya ku rojane ji bo şerê li dijî kurdan tê xerçkirin têra kirîna alavên rizgakirina bi hezaran mirovên di bin kavilan de man, têra rizgarkirina bajarekî dikir. Heke hikûmetê nîvê butçeya xwe li alavên rizgakirina mirovan anku li kirîna wesayitên rizgakirinê û tîmên rizgakirina mirovan xerç kiriba dibe ku ji sedî 90 ji wan kesên di binê kavilan de mirin niha li jiyanê bûna. Lê mixabin ku bi dehê salane dewleta tirk butçeya herî zêde ji bo kuştina mirovan terxan dike. Ji bo kuştina mirovan dikarin tank û top û balafirên bêmirov çêbikin lê ji bo rizgarkirina mirovan nikarin çend vinçan bikirin û çend tîmên rizgakirinê ava bikin.

Nûçeyên Têkildar