Ev çend roj in gotegotên sererastkirin hinek bend û madeyên destûra Iraqê belav bûne û ev jî bûye sedema fikara beşek ji aliyan û çavdêran.
Serokê Navenda Karûbarê Stratejîk a Iraqê Selah Buşî têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku niha rewşa Iraqê rê nade guftûgokirina li ser guhertin an jî sererastkirinê û niha pêwîstiya rewşa Iraqê bi aramiyê heye.
Serokê Navenda Karûbarê Stratejîk a Iraqê Selah Buşî wiha got: “Li gorî min, di vê demê de vejandina vê mijarê ne guncave û pêwîstî bi aramiyek temam heye. Herwiha dewleta me, heta niha aramiyek temam a di her warî de. Sîstema siyasî ya Iraqê pêwîstî bi hevbeşiyek navneteweyî heye. Dibe piştgiriya navneteweyî bibe sedem ku aramiyek temam di proseya rêveberina dosya siyasî ya li welat de pêk were.”
Selah Buşî wiha domand: “Ji aliyê piraniya hêzên siyasî ve piştgiriya siyasî ji bo desthilata pêkanînê heye. Herî kêm ji bo aramî ji bo qonaxa bê, hebe ku di warê rêveberiya desthilata pêkanînê de qonaxek hêsan nîne. Li gorî min, rewşa niha rê nade proseya şêwra guhertinê yan jî sererastkirina destûrê. Ji ber ku pêwîstî bi aramiyê û yekdengiyê heye.”