Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz giran dibe

Greva birçîbûnê ya ku endamê HDP’ê Nasir Yagiz ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin didome. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran bû û nih nikare razê. Her wiha hat zanîn ku êşeke giran ketiye zikê Yagiz û pir zor dibîne

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 98’emîn de didome. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz her ku diçe girantir dibe.

Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Yagiz, bijîşkan agahî dan û diyar kir ku ji êvara roja duşemê ve êşeke giran ketiye zikê Yagiz. Yagiz ku êdî baş nabîne di heman demê de pir zor dibihîze jî. Bijîşkan destnîşan kir ku pirsgirêkên dîtinê yên Yagiz giran bûne.

Her wiha Yagiz ev demeke nikare razê. Yagiz di danê sibehê de jî bêyî alîkariya kesan, nikare ji nava nivînan rabe. Yagiz tedawiyê red dike û dibêje ku ew di çalakiya xwe de bi biryar e. Giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rê li ber fikaran vedike.

Nasir Yagiz 13 roj piştî hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Li gel Yagiz, li Hewlêrê bi rengekî dorveger greva birçîbûnê pêk tê. Greva li Hewlêrê ku 97 roj li pey xwe hişt, bi koma 49’an didome.

Li kampa penaberan a Mexmûrê jî endama Meclisa Îştar, Fadîle Tok ji 20’ê çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Çalakiya Tok mehek li bey xwe hişt.  HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar