Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rewşa Yagiz fikaran zêde dike

Rewşa Nasir Yagiz ku ev 103 roj in li Hewlêre di greva birçîbûnê de ye her ku diçe girantir dibe. Yagiz êdî nema mirovan nas dike

Fikarên li ser rewşa tenduristiya Nasir Yagiz ku ev 103 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe zêdetir dibe. Yagiz ku ev bi heftiyan e bi kotekî ji nav cihê xwe radibe, baş nema dibîne û baş nema dibihîse jî. Yagiz li gel ku zû hişyar dibe jî heta piştî nîvro nikare ji nav nivînan rabe. Ên ku li ber Yagiz dimînin, dibêjin, Yagiz kesên ku têne serdana wî nema nas dike.

Rewşa Fadîle Tok jî ku ev 43 roj in di greva birçîbûnê de ye giran dibe. Rajena Tok dikeve, li gel vê jî moralê wê baş e û dibêje heta ku tecrîd neşike ew çalakiya xwe bernade. Her wiha li Hewlêrê greva birçîbûnê ya dorveger jî ev 103 roj in, bi koma 53’an didome.

Grevên birçîbûnê berbelav dibin

Grevên birçîbûnê piştî Hewlêrê û Mexmûrê li gelek herêman berbelav bû. Li Kelarê endezyar Herêm Mehmûd 24’ê sibatê dest bi greva birçîbûbê ya bêdem û bêdorveger kir.  25’ê sibatê şêwekar Cûma Kerîm, 26’ê sibaatê mamoste Serdar Melîhe dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva dorveger û bêdem ya li Silêmanî jî kete roja 80’yî. Di roja 79’an de koma 40’î dest bi grevê kiribû. Greva li Silêmanî bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê didome. HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar