Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rewşen Mêrdîn: Li dijî dagirkerî û faşîzmê; Jin, Jiyan, Azadî

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku çalakiyên 25’ê Mijdarê divê di asta guhertina civakê de be, bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev bêne lidarxistin û got: “Bi dirûşma ‘Li dijî qirkirin û faşîzmê; Jin, Jiyan, Azadî’ em pergala faşîst têk bibin.”

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn tev li bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da rojnamevan Zeynep Nergîz.

Rewşen Mêrdîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ev pergalê siyasî ye, nayê qebûlkirin û ew ê bi têkoşîna xwe pergala Îmraliyê têk bibin.

Rewşen Mêrdîn wiha domand; “Tecrîd tenê li ser Rêberê me nayê kirin. Li ser gelê Kurdistanê hemû tê kirin. Li hember Rêberê me nêzîkatiyek siyasî heye. Tu hiqûq, exlaq nayê pêkanîn. Gelek caran bi kêfî cezayê dîsîplînê tê dayîn. Îşkenceyeke psîkolojîk tê kirin. Lê Rêberê me bi berxwedana xwe ev pergala tecrîd û îşkenceyê têk bir.”

Fikrên Serokatî bûne malê mirovatiyê

Rewşen Mêrdîn di dewama axaftina xwe de got, di asta navneteweyî de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên pejirandin û xwedî lê tê derketin. Rewşen Mêrdîn got, “Fikrên Serokatî bûne malê mirovatiyê. Ji bo wê jî pergala dagirker ji vê rewşê ditirse. Weke tunebûyîn û têkçûyîna xwe dibîne.”

Endama Koordînasyona KJK’ê bi dewamî got, CPT jî hevkariyê ji vê pergalê re dike, destnîşan kir ku ew vê nêzîkatiya CPT qebûl nakin.

Rewşen Mêrdîn di dewama axaftina xwe de berxwedana zindanan silav kir û di vê der barê de got, “Bi sedan girtiyên ku pêwîste azad bibin ji ber ku teslîmiyetê qebûl nakin bi bahaneyên kêfî ji zindanan nayên derxistin. Zindan cihê berxwedanê ye.”

Endama Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku divê civaka kurd, mirovên demokrat, azadîxwaz girtiyan bi tenê nehêlin û bibin dengê girtiyên azadiyê.

Çakvakî Rêbertî ye

Endama Koordînasyona KJK’ê di dewama axaftina xwe de şerê li Zap û Metînayê nirxand û gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji ber çalakiyên serketî pîroz û silav kir.

Rewşen Mêrdîn wiha domand; “Qehremanên ku destan li ser destanan dinivîsînin ji bo mirovatiyê têkoşînê bilind dikin, ji bo ku li pêşiya faşîzmê bisekinin şer dikin. Sekna gerîlayan ji bo mirovatiyê dibe moraleke mezin.  Di nava şerê giran de, di bin çekên kimyewî de li ber xwe didin. Di bin şert û mercên herî giran de şer dikin. Ev îrade çavkaniya xwe ji fikr û felsefeya Rêbertiya me digire.”

Rewşen Mêrdîn got, dewleta faşîst a tirk di vî şerî de têk çûye û wiha dewam kir, “Dewleteke bi artêşa ku ji çeteyan, ji pere hatî avakirin nikare li hemberê îradeya ji pola bi ser bikeve. Dewletên NATO’yê piştgiriya herî mezin didin vî şerî, ji ber ku naxwazin ev şer biqede. Dewletên NATO’yê sûcdar in. Tenê ji bo ku çekên kimyewî bifiroşin vî şerî didomînin. Dibin hevbeşê qirkirina gelê kurd. Di sedsala 21’ê de ev dewlet wê bêne darizandin. Gelê kurd wê hesab ji wan bixwaze.”

Rewşen Mêrdîn rola PDK’ê ya di vî şerî de jî nirxand: “PDK ji destpêkê ve di operasyonê de bi roleke sereke tevdigere. Di bikaranîn çekên kîmyewî de jî roleke mezin dilîze. PDK dixwaze li ser tunebûna PKK’ê hebûna xwe bide avakirin.  Lê tunebûna PKK’ê di heman demê de tunebûna PDK’ê bi xwe ye.”

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku PDK’ê wê hesabê van pêkanînên xwe bide û got, “PDK ji bo berjewendiyên malbata Barzanî tevahî kurdan dike pêşçav derdixîne. Em ê hesabê ji PDK’ê bixwazin. Wek tevgera azadiya jinan, em ê tola qehremanên xwe ji PDK’ê rakin. Jinên ku nasnameya Kurdistanê diparêze, li dijî dagirkeriyê şer dike, xwîna wan li erdê namîne, bila dost û dijminên me bizanin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn bi dewamî bal kişand ser çalakiyên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê û wiha got, “Em şehîdên azadiyê yên şoreşa jinan bi bîr tînin.  Sekna wan ji dil û can silav dikin.  Ev têkoşîne mafê herî xwezayî ye. Di sedsala 21’ê de qanûnên şerîatê nayên qebûlkirin. Civak, jin nikare xwe tê de îfade bike. Pêwîste dewleta Îranê guh bide daxwazên çalakvanan û pergala xwe biguherîne.”

‘Di pêşketiya çalakiyan de rola jinan pir zêde ye’

Rewşen Mêrdîn destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Jinan piştgiriya çalakgeran dike û got, “Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê ye. Bîrdoziyeke. Rêbazeke jiyanê ye ku mirov xwe tê de îfade dike. Serokatî bi vê sloganê girêdayîna jinan a bi jiyanê re daniye holê. Jinên cîhanê xwedî li vê sloganê derketin. Di pêşketina van çalakiyan de rola tevgera azadiya jinan pir zêde ye. Pêwîste hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Heta serketinê ev têkoşîn pêwîste bidome. Ji bo ku em bikaribin civakeke li ser bingeha paradîgmaya Rêberê me, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan pêk bînin em weke tevgera jinan piştgiriya wan dikin.”

Rewşen Mêrdîn her wiha ji bo Konferansa Jinan ya Cîhanê ya 2’yemîn wiha axivî: “Ji 41 welatan 800 jin tev li bûn. Çîroka her jinekê cuda bû, lê êşên jinan yêk bûn. Jin tenê dikarin di nava pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan de xwe îfade bikin û pirsgirekên jinan çareser bikin. Di konferansê de ev yek aşkera bû. Jinan hemûyan spasiya jinên kurd kirin. Ev yek jî nîşan dide ku jinên kurd ji bo xwe weke hêviyê dibînin.”

Bila jinên kurd xwe baş rêxistin bikin

Rewşen Mêrdîn da zanîn ku Tevgera Azadiya Jinan moreleke mezin ji konferansê girtine û got, “Pêwîste di çarçoveya biryaran de têkoşîn bê meşandin. Li 41 welatan rêxistiniya jinan hîn bêhtir bê xurtkirin.”

Der barê çalakiyên 25 Mijdarê jî Rewşen Mêrdîn diyar kir ku, pêwîste çalakiyên sedsala dawî encamgir be.  Rewşen Mêrdîn di vê çarçoveyê de ev bang li jinan kir: “Li her devera Kurdistanê pêwîste jinên kurd xwe bi baş rêxistin bikin. Li dijî qirkirin û faşîzmê pêwîste em çalakiyên xwe bînin wê astê ku civakê biguherîne. Qirkirina jinan ji holê rabe.  Pêwîste em jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Pêwîste di bin dirûşma ‘Li hember qirkirin û faşîzmê Jin, Jiyan Azadî’ de em pergala baviksalarî, dewletparêz, faşîst têk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar