Arif Şingalî |
Ew kesên ku sînora têgihîştinê (ez) derbas kirine û di çarçoveya têgihîştinê (em) de tevdigerin, yanî sînorê berjewendiyên takekesî, malbatî, eşîrtî, xwecihî û herêmî derbas kirine. Bi wateyeke zelaltir ew kesên ku xwedî nêrînên kûr, berfireh û bêsînor in der barê kêşeyên civakî de, ji ber neynika rewşenbîran raya giştî ye.
Mirov nikare peywira rewşenbîran sînordar bike, ji ber ku rewşenbîr şervanên hişê civakê ne, rolekî wan ên sînordar nîne, belkî hemû rol ên wan in; bi rol û mîsyonên xwe bêsînor in, peywira wan şikandina hemû sînor û bendên ku bi ruhê serdemê re nabin yek û li pêşiya pêşketin, pêşveçûn û nûbûna civakê dibin asteng , her wiha rola wan ew e hişê civakê rexne bikin, ber bi başbûnê ve bibin, rastiya civakê gengeşe bikin, pêşniyarên siyasî ji bo wê pêşkêş bikin, bi wê re siyaset bikin, pêşdîtina ji bo wê pêş bixin, hizrên nû jê re pêşniyar bikin, wêrekî, cesaret û baweriyê bidin, li cewhera wê xwedî derkevin, biparêzin, şiyar bikin, zana bikin û pêşengtiyê jê re bikin, serperiştiyê ji yekitî û hevgirtina wê re bikin, hestên neteweyî, mirovhezî û dadwerî her zindî bikin û hwd…
Ji bo wê rola rewşenbîran sînordarkirin hilweşandina kiryara rewşenbîr û ronakbîrên azad e ku bê sînor e û nabe bê sînordarkirin jî. Ji bo vê tu kes ne li ser rewşenbîran e, ne tu kes nîşankerên wan in, ne mercdanê wan in û ne jî jê re bên gotin ku ka çi bikin. Ji ber ku rewşenbîr girseyên hişyarbûn û zanebûnên azad in ku diherikin, dikevin tevgerê. Bi vî rengî azadî, ronakbîrî û zanabûn çê dibe, ev hemû girêdayî hev in, ji hev ne qut in û nabe ji hev bên qutkirin jî. A girîng divê mirov rewşenbîrên ku xwedî prensîp, ji nav civakê ne, xwe ji civakê dibînin û berjewendî û xizmeta civakê li ser her tiştî dibînin û yên pênûsa xwe difiroşin, êş, azar, daxwaz û berjewendiyên civakê diçewisînin ji hev derxînin.