Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Rewşenbîr û hunermendan bang kir: Em deng bidin dengê Leylayê

Rewşenbîr û hunermend têkildarî berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê axivîn. Hunermend û rewşenbîran diyar kir ku berxwedan li dijî tecrîd, bêhiqûqî û neheqiyê tê meşandin û divê her kes  tev li vê berxwedanê bibe. Rewşenbîr û hunermandan da zanîn ku bêyî encamên neyînî biqewimin divê hikûmet gavan biavêje

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 126’an. Bi heman daxwazê ji 16’ê kanûna sala 2016’an heta niha bi hezaran girtiyên li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin.

Der barê çalakiyên greva birçîbûnê nivîskar û lêkolîner Cafer Solgun, helbestvan Nesîmî Aday, lîstikvan Orhan Aydin, hunermend Rotînda û hunermend Ozlem Gerçek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Sadiye Eser re axivîn. Têkildarî mijarê nivîskar-lêkolîner Cafer Solgun anî ziman ku tecrîd binpêkirin maf û azadiyan e û wiha dom kir: “Li şûna ku di tecrîdê israr bikin, beriya ku derengî bibe divê hin gav bên avêtin. Divê ji bo vê kes jiyana xwe ji dest nede. Muxatab hikûmet e û divê demildest hin gavan bavêje.”

‘Guven bi salan ji bo heq û hiqûqê têkoşiya’

Helbestvan Nesîmî Aday jî bilêv kir ku Leyla Guven û girtî ji bo ku edaleta winda bê dîtin bedena xwe dane ber birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Ev îtiraza Guven, di heman demê de dirêjkirina dest a ber bi aştiyê ve ye. Lê mixabin wijdana kesên ku dest lê tê dirêjkirin, nemaye. Guven bi salane ji bo heq û hiqûqê têdikoşe. Li girtîgehê dest bi vê greva xwe ya pîroz kir û hîn didomîne. Hêvîdar im beriya ku tiştek bi Leyla Guven bê, pirsgirêk bê çareserkin.”

‘Grevên birçîbûnê asta herî jor e’

Têkildarî mijarê lîstikvan Orhan Aydin jî daxuyand ku grevên birçîbûnê asta herî jor a li dijî neheqî, bêhiqûqî û bê edaletiyê ye û wiha derbirî: “Lê belê mirin bi tu awayî ne çare ye. Çare zindîkirina ruhê berxwedan û yekparebûn ê ye. Dibe ku mirina di dema berxwedanê de erdemek be lê ya girîng bilindkirina têkoşînê ye. Lewma divê dengê Leyla Guven bê bihîstin.”

‘Ji bo jiyaneke azad divê em li cem berxwedêran bin’

Hunermend Rotînda jî diyar kir ku ev 20 sal in Ocalan tê tecrîdkirin û wiha got: “Çalakvanên di greva birçîbûnê de, li dijî tecrîdê bi israr li ber xwe didin. Li ber vê vînê bejna xwe ditewînim. A dikeve ser milê me jî ew e ku em li cem wan bin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser gelê kurd jî tê sepandin. Ji bo jiyaneke azad divê em li cem berxwedêran cih bigirin.”

‘Têkoşîna tenê ya Guven nîne’

Herî dawî jî hunermend Ozlem Gerçek axivî û ev tiş diyar kirin: “Leyla Guven li dijî pêkanînên antîdemokratîk ên Tirkiyeyê kete greva birçîbûnê. Dema ku çûm serdana Guven, min wêrekî û bawerî dît. Ger ku me jî li cem wê cih girt û dengê xwe bilind kir, dê ev berxwedan xurttir bibe. Ev berxwedan ne tenê ya Leyla Guven, ya hemû kesên ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin e. Divê em li cem Leylayê cih bigirin. Divê em dengê xwe, gotina xwe û yekitiya xwe bilindtir bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar