Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rewşenbîr û nivîskar serdana HDP’ê kirin

Komeke rewşenbîran li meclisê serdana HDP’ê kir û bi hevsderokê HDP’ê Temellî re hevdîtin pêk anîn. Rewşenbîran girîngiya HDP’ê ya ji bo têkoşîna demokrasiyê bi bîr xist û xwestin ku di hilbijartinên herêmî de rola ku ji HDP tê xwestin bilîze

Nîvîskar û rewşenbîrên mîna Riza Turmen, Gencay Gursoy, Baskin Oran, Nesteren Davutoglu, Osman Gurhan Ertur, Servet Demîr, Tahsîn Yeşîldere, Fîkret Başkaya û Saît Çetînoglu li meclisê serdana Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî kirin. Heyetê hevserok Sezaî Temellî, parlamenterê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkrinê di navbera nivîskar û rewşenbiran û HDP’ê de civîneke ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Civînê bi qasî saetekê domiya.

Piştî civînê heyet û Temellî cîvinêke çapameniyê ya hevpar li dar xistin û daxuyaniyek da. Destpêkê Temllî axivî û diyar kir ku Tirkiye ber bi rejîmeke dîktatorî ve diçe û ev tişt anîn zima: “Mirov nikare ji bo Tirkiyeyê behsa dewleta hiqûqê, daraza serbixwe bike. Her ku diçe em dibînin ku jiyana demokratîk hildiweşe. Ji bo azadbûn û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê em çi bikin, gotebêj dikin. Îro jî bi mamosteyên me re ku hatin serdana me, em li ser vê mijarê axivîn.” Temellî her wiha got ku ji bo şer û tecrîd bi dawî bibin divê hemû derdor a xwe bikin yek.

Oran: Divê em destekê bidin HDP’ê 

Piştî Temellî Prof. Baskin Oran axivî û ev tişt gotin: “Ji bo hilbijartinên 31’ê adarê divê mirov sinyalan bide ku êdî rêveberiya yek zilamî wê nikaribe bidome. Ji bo vê jî divê rasterast mirov destekê bide HDP’ê. Li rojava jî (Tirkiyê) divê dengên HDP’ê ziyan nebin. Ez dibînim ku HDP hesabekî pir rasyonel ê arîtmatîk dike û dê bike. Ez bi hêvî ji civînê vediqetim, ji bo Tirkiyeyê û demokrasiya Tirkiyeyê. Ez ji bo helwesta wê ya rasyonel jî HDP’ê ji dil pîroz dikim.”

Turmen: Bêyî HDP’ê demokrasî nabe

Piştî Oran parlamenterê berê yê CHP’ê Rizar Turmen jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê divê hûn têkoşîna demokrasiyê bidin. Li dijî rêveberiya otorîter û totalîter bêyî HDP’ê hûn nikarin têkoşîna demokrasiyê bidin. HDP girêkeke girîng a wê tora têkoşînê ye ku tê dayîn. Hebûna HDP’ê ya di nav siyasetê de bi karîgeriya têkoşîna demokratîk re ji nêz ve têkildar e. Êdî hatiye fêhmkirin ku di hilbijartinên xwecih de girîng e ku mirov bi hev re tevbigere. Hilbijartinên xwecih ji bo ku bibe destpêka bidawîbûna rejîma otorîter û totalîter a li Tirkiyeyê pêdivî bi yekitiyê heye ku HDP jî di nav de be.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar