Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​Rewşenbîr û rûspiyên eşîran bang li CPTʹyê kir ku erka xwe bi cih bînin

Endamên PYD’ê, rûspiyên eşîran û rewşenbîrên kantona Hesekê bang li CPTʹyê kir ku erkên xwe bi cih bîne û diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ew ê tê bikoşin.

Dewleta tirk ya dagirker tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle malbat û parêzerên wî bibînin.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di îlona 2022ʹyan de serdana Îmraliyê kir û tu agahî der barê rewşa rêber Ocalan de nedan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr têkildarî mijarê got: “Ruxmî îdiayên CPTʹyê yên ku serdana Îmraliyê kiriye, lê zêdetirî 22 meh e agahî ji rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin.”

Mihemed Beşîr helwesta CPTʹyê wek şerm wesif kir û bang lê kir: “Erkên xwe bi cih bîne û rewşa rêber Abdullah Ocalan aşkere bike.”

Edamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed jî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên cîhanê û CPTʹyê kir ku nebin dîlên siyasetên dewlet û hêzên mezin.

Endamê Meclisa PYDʹê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Fadil El Hisên got: “Ruxmî bertekên gel ên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan jî, CPTʹyê li hemberî van kiryaran helwestek an tevgerek nîşan neda. Ev bêhelwestî hevkariya wê ya di komploya li ser Rêbertî de nîşan dide.”

Rûspiyê eşîra El Milhim li navçeya Şedadê Mîzer El Sultan tecrîda li ser rêber Ocalan wek tecrîda li ser tevahî gelên azadîxwaz pênase kir û destnîşan kir ku kiryarên dewleta tirk sûcekî li dijî tevahî mirovahiyê ye.

El Sultan diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tenê fîzîkî ye û got: “Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin.”

Endamê Meclisa PYDʹê ya navçeya Şedadê Basim El Ezîz da zanîn ku tecrîda di kesayeta rêber Ocalan de berdewama Komploya Navneteweyî ye û got: “Ev hemû di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên dewletên kapîtalîst û mêtinger de tê kirin ku her tim hewl didin herêmên me dagir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar