Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rewşenbîrên ereb tevlî pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûn

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ereb bi daxuyaniyekê tevlî pêngava cîhanî ya bûn.

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ereb bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ragihandin. Di daxuyaniyê de hat gotin 25 sal in ku ronakbîr û têkoşer Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye.

Daxuyanî wiha ye:

“Em komek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Ereb in, hevgirtina xwe diyar dikin û tevlî kampanyaya navneteweyî ya ku di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya ronakbîr û Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, dibin.

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ya bi pêşengtiya Amerîka û Îsraîlê ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji paytexta Kenyayê Naîrobiyê revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, hate girtin û xistin girtîgehê. Li Girava Îmraliyê cezayê îdamê lê birîn û paşê jî cezayê heta bi hetayê di bin sîwaneke dadweriya ne hiqûqî de lê birîn.

Yek ji sedemên bingehîn ên vê komploya navneteweyî ya ku di şexsê birêz Ocalan de gelê Kurd  kir hedef, daxwazên wî yên mafdar ên azadî, edalet, demokrasî, jiyana hevbeş û bi gelên herêmê re jiyaneke hevpar. Li gel hemû zor û zehmetiyên ku li ber xwe da jî teslîmî welatên Rojava nebû û serxwebûna xwe ya fikrî û reftarî parast. Her wiha xebatên wî yên ji bo derxistina gelê kurd ji rewşa dijwar. Bi wê re di têkoşîn û pêvajoya jiyana hevbeş, hevkarî û xwişk û biratiya bi gelên herêmê re bû aktorekê bibandor û li dijî destwerdanên derve û eniya navxweyî xurt kir.

25 sal in ku ronakbîr û têkoşer Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û mafên wî yên hiqûqî û mirovî binpêkirine û ev 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Di dîroka şoreşên gel û girtina serkirde û fermandaran, de tiştekê bi vî rengî nebûye. Niha em dibînin li Îmraliyê bi tu awayî nahêlin ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin û têkiliyê pê re deynin.

Abdullah Ocalan ramanwerekî giring e, aştîxwaz e, pêşengê jiyana hevpar û çareseriya aştiyane ye, hemû rayedarên Tirk û yên ku komploya navneteweyî pêk anîne, ger dixwazin aştî di nava gelan de pêk were, ne hewce ye ku gefan bixwin, qanûnan binpê bikin,  tecrîda mutleq ferz bikin û li dijî Kurdan qirkirin û şer bikin lê ya rast vekirina deriyê Îmraliyê ye, li gorî me kilîla çareserî, aştî a siberojê bi Abdullah Ocalan re ye.

Li ser esasê giringiya fikir û felsefeya neteweya demokratîk û modela jiyan azad a ku ji aliyê ronakbîr û têkoşer Ocalan ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmê û cîhanê bi rêyên aştiyane hate pêşniyazkirin û li ser bingeha erka mirovî, exlaqî û civakî û mafê jiyana hevbeş li gel gelê Kurd yê bindest û bi haydariya me ji girîgiya gelê Kurd di ewlehiya neteweyî ya Erebî de.

Em hevgirtina xwe diyar dikin û tevlî kampanyaya navneteweyî ya daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd dikin û hemû bûyerên tecrîda derqanûnî û siyasî yên ji aliyê rayedarên tirk ve tên meşandin, şermezar dikin û nehiştina parêzer û malbata wî ku bi wî re hevdîtinê bikin, her wiha ji bo eşkerekirina van kiryarên neqanûnî û neexlaqî û şermezarkirina şerê berfireh yê nehiqûqî û nayê qebûlkirin ku gelê Kurd bi erdnîgarî û binesaziya xwe bi wê re rû bi rû ye.”

Îmzekar:

Alî Ehmed Bedraxan, Sînmager /Misir

Endamê Meclîsa Gel a Misirê Atef Magawry

Balyoz Şerîf Şahîn, balyozê berê yê Misrê li Libnan û Iraqê

Ali Seîd Îbrahîm, pisporê Neteweyên Yekbûyî ya bêçekbûnê (DDR) û / Sûdan

Dr.Muhammed Refaat El-Îmam, Profesorê Dîroka Nûjen û Dekanê berê yê Fakulteya Wêjeyan/ Misir

Dr.Taha Elî Ehmed, nivîskar û lêkolînerê siyasî / Misir

Îlhamy El-Milêcî, rojnamevan-nivîskar/Misir

Raîda Huseyin Abdullah Al-Dhabhani, Balyozê Aştiyê / Yemen

Welîd El-Remalî, rojnamevan/nivîskar/Misir

Yûsêf Wahîb, nivîskar û rojnamevan / Misir

Dr. Semîr Fadêl, mamosteyê zanîngehê / Misir

Osman Baraka, analîstê siyasî / Lîbya

Şerîf Ebdilhemîd, Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînên Îranî / Misir

Abdo Magrîbî, nivîskar û rojnamevanê Misrî / Misir

Şukrî Sîxanî, Serokê Tevgera Çaksaziyê û Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsê ya MSD’ê

Dr. Elî Sebêt, lêkolîner û akademîsyen / Misir

Dr. Farnaz Atiya, Profesor di Zanistên Siyasî de / Misir

Sayed Mostafa, rojnamevan û kesayetiya medyayê / Misir

Mihemed Fethî El-Şerif, Serokê Navenda Erebî ya  Lêkolînan / Misir

Mohsen Awadallah, nivîskar û rojnamevan / Misir

Mihemed Hesen Amêr, rojnamevan û analîstê siyasî / Misir

Dr. Mehmûd Zayêd, mamosteyê zanîngehê / Misir

Dr. Ehmed Receb, parêzer û endamê Yekîtiya Parêzerên Ereb / Misir

Fîras Yûnis, siyasetmedar û nivîskar/Sûriye

Hanî El-Cimol, lêkolînerê karûbarên herêmî û navneteweyî / Misir

Ramî Zohdî, siyasetmedarê serbixwe / Misir

Adil El-Fexaranî, rojnamevan / Misir

Elaa Abdel Fattah Seyid, Weşanger/Misir

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar