Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rewşenbîrên Hewlêrê: Bi piştgiriya PDK’ê dewleta tirk Kurdistanê dagir dike

Rewşenbîrên Hewlêrê Hejar Sidîq û Xetab Şêrwan diyar kirin ku PDK alîkarê êrîşên dagirkeriyê ye û gotin: “PDK alîkariya dewleta tirk dike, lewra divê gelê kurd bi yek deng û yek îradeyê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ya faşîst ji Zapê heta Pênciwênê berdewam dikin. Di êrîşên xwe de dewleta tirk ya dagirker welatiyan, mal û milkê wan dike armanc. Tenê îsal nêzîkî 500 êrîşên hewayî yên balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê hatine bombebarankirin. Tenê di nava du mehên borî de, 5 welatiyên sivîl di encama bombebaranên balafirên dewleta tirk ve şehîd bûn gelek welatiyên sivîl jî birîndar bûn, herwiha gelek zirara madî gihandiye welatiyan.

Hinek ji rewşenbîrên Hewlêrê derbarê êrîşên bênavber yên dewleta tirk ya dagirker desthilatdarên başûrê Kurdistanê û Iraqê bi tundî rexne dikin û wiha dibêjin: “PDK mêvandariya artêşa tirk ya dagirker kiriye û dike. Rojane baregeh û çeperên leşkerî ava dikin. Pêwîste hemû gelê kurd û li beramberî dijmin û dagirkerên Kurdistanê yek deng û yek helwest bin.”

Rewşenbîr û rojnamevanê ji bajarê Hewlêrê Hejar Sidîq derbarê mijarê de wiha dibêje: “Êrîşên dewleta tirk ya dagirker yên ser başûrê Kurdistanê binpênkirina prensîbên mafên mirovane û herwiha derbazkirina serweriya xaka Iraq û başûrê Kurdistanê ye ku rojane xaka başûrê Kurdistan dagir dike, topbaran û bombebaran dike.”

Hejar diyar kir ku PDK li ser xaka kurdan ya başûrê Kurdistanê mêvandariya hêzên dagirkerên tirk dike, ji ber wê jî rojane nuqte, çeper û baregehên leşkerî ava dike û got: “Bi vî awayî dewleta tirk bajaren Duhok û Hewlêrê dagir kiriye. Ev jî bûye sedem ku serweriya Herêmê û sazî-rêkxistinên wê bêbandor û lewaz bibin.”

Di dewamê de Hejar difikire ku sedema herî mezin ya roj bi roj zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ji nebûna ne yekbûn û ne yekrêziya gelê kurd ya li dijî dagirkeriyê ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev bêdengî û nebûna yekîtiya di nava gelê kurd de bûye sedema wê yekê ku pêşeroja statûya başûrê Kurdistanê bikeve di metirsiyê de. Ji bo wê jî pêwîste hemû gelêkurd û aliyên siyasî bi hev re li dijî dijminên gelê kurd û Kurdistanê têbikoşin.”

Rewşenbîr û mamostayê ji Hewlêrê Xetab Şêrwan behsa wê yekê dike ku dewleta tirk ya dagirker bi dirêjiya dîroka xwe her tim dijmintiya hebûn û nasnameya netewî ya gelê kurd kiriye û xwestiye koka wî biqelîne.”

Xebat got: “Dewleta tirk di êrîşên xwe yên rojane de rez û baxên cotkaran wêran dike. Lewra divê hemû aliyên siyasî yên kurd li dijî dijmin û dagirkeran yek deng bin. Herwiha erkê hikûmeta navendî ya Iraqê ye ku serweriya xaka xwe biparêze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar