Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê dê di 11’ê de kanûnê de bi rojeva yekitiya neteweyî komxebatekê li dar bixe. Yekitiyê bang li hemû partiyên kurd û kesayetên welatparêz ên li Rojava kir ku tev li komxebatê bibin
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê ji bo li darxistina komxebateke ku tê de hemû partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û welatparêz li hev kom dike, amadekariyan dike. Komxebat di demeke ku bangên ji bo li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku hemû aliyên siyasî yên kurd li hev kom dike de pêk hat.
Gelek paratiyên siyasî di nav de Çepa Kurd û Partiya Yekitî ya Kantona Kobanê jî, di hefteya bihûrî de banga avêtina gavên cidî di pêvajoya çarenûsî di dîroka gelê kurd de kirin. Her wiha diyar kirin ku pêwîstiya yekitiya kurd bi şertan tune ye.
Banga tevlêbûnê
Di vê çarçoveyê de Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bang li partiyên siyasî yên kurd ên Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê (PÇKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PYDSK), Meclisa Niştimanî Kurd (ENKS), Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Demokratîk Pêşverû Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) û kesayetên welatparêz kir ku beşdarî komxebata ku dê di 11’ê kanûnê de bê li darxistin, bibin.
Di komxebatê de tevî weke mijara sereke ‘yekitiya neteweyî ya kurd’ dê gelek mijarên civakî, aborî û siyasî jî bên nîqaşkirin. Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bi rêya komxebata xwe ku dê du rojan dom bike de hewl didin rola girîng di pêkanîn û nêzkirina nêrînan ji bo atmosfêreke ji bo li darxistina kongreya taybet bi Rojava ava bikin. KOBANÊ