Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêxistina Efûyê: Tirkiye û komên wê sûcên şer kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand  ku dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî kirin û sûcên şer kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên leşkerî yên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê, li dijî sivîlan kiriyarên kirêt kirin.

Di berdewamê de jî rêxistinê destnîşan kir ku ji bo sûcên şer delîlên giran di destê wan de hene. Di rapora têkildarî sûcên şer de cih dane şahidiya 17 kesan ku ji xebatkarên alîkariya lezgîn, tenduristiyê, yên ku hatine koçberkirin, nûçegihan û xebatkarên mirovî pêk tê.

‘Bedenên zarokan mîna komirê bibûn’

Di raporê de cih dane şahidiya xebatkarekî Heyva Sor a Kurd. Xebatkar wiha dibêje: “Di 12’ê cotmehê de li gundê Salihiyeyê welatiyên ku xwe spartibûn cihekî bombebaran kirin. Em piştre çûn û me cenazeyên wan ji nava wan xerabeyan derxistin. Min nezanî bê ka zarokên hatine qetilkirin keç in an kur in. Ji ber ku bedena wan bi temamî şewitî bû û mîna komirê bibûn.”

Qetilkirina Hewrîn Xelef

Daxuyanî bi berdewamî wiha bû: “Agahiyên di raporê de têkildarî êrîşên bêyî ku cihêtiyê bike ya li ser jîngehan, delîlên giran dide. Her wiha di raporê de cih ji qetilkirina Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hewrîn Xelef re jî hatiye veqetandin. Di raporê de tê gotin ku Xelef ji hêla şervanên Ehra El Şarkiye ve ji wesayîtê hate derxistin, van kesan lê xistin û bi hovîtî gule lê reşandin û kuştin. Ji bo otopsiya Xelef jî wiha tê gotin: “Di serê wê de şopên gelek guleyan hene. He wiha hestûyên ling, rû û serê wê hatine şikandin.”

9 şervan înfaz kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî dawî jî wiha got: “Di heman rojê li heman derdorê endamên Ehrar El Şarqiyeyê bi kêmanî 9 şervanên kurd jî dîl girtin û kuştin. Van komên çeteyan 2 sivîlên xebatkarên rêxistina tendiristiyê jî revandin û hê jî tu agahî ji wan nehatiye girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar