Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rêxistina Sara pêngava xwe bi dawî kir

Rêxistina Sara ya têkoşîna tundiya li dijî jinê di dawiya pêngava xwe de, bang li rêxistinên mirovî yên cîhanê kirin ku diyardeya tundiyê rawestînin, her wiha diyar kirin ku doza û daxwazên wan yek e, ew jî avakirina civaka demokratîk e

Rêxistina Sara ya têkoşîna tundiya li dijî jinan pêngava xwe ya bi navê ‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’ 16’ê adara îsal de destpêkiribûn, bi daxuyaniyek bi dawî kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Sara ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya bi dehan jinên saziyên civaka sivîl, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kongreya Star û Meclisa Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xwendin.

Daxuyaniya Rêxistina Sarayê wiha ye:

“Tundiya li dijî jin û ciwanan yek ji binpêkirinên mafên mirovan e û di roja me de zêde berbelav e, tundiya li dijî jinan diyardeyeke xeternak e û li dijî jin û civakê karesat e, di gel ku tundî di nava civakê de pirsgirêkên wekî, şerpezekirina/ paçekirin malbatê, berdan, zewaca biçûkan, pirbûna jinan, feqîrî û bikaranîna zarokan derdixîne holê, ev jî dibe sedema zêdekirina xizanî, paşdemabûn û gendeliyê.

Di gel ku şer û dagirkerî ji sedemên sereke yên rûdana pirsgirêkan e û gurkirina tundiya li dijî jinan e, di heman demê de artêşa tirk li herêmên me gelek rewşên tundiyê û binpêkirinên sûcên şer li dijî jin û zarokan pêk anî.

Li ser esasê rêxistina Sara hewl dide civakeke demokratîk ku tundî têde nebe ava bike, bi slogana ‘Jin jiyan e, jiyanê nekuje’ di 16’ê adara 2019’an dest bi pêngava xwe kirin û li 3 bajaran Qamişlo, Hesekê û Kobanê 9 mehan dirêj kir. Lewma me daxuyaniyek hevbeş bi zimanê erebî û kurdî ragihand û jin û zilamên li gund, bajar û derdora bajaran vexwend in.

Îro jî bi berdewamiya çalakiyên Roja Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinan, em pêngava xwe bi aşkerakirina serencamên pêngavê, bi dawî dikin. Serencamên pêngavê wiha ne;

  • Pêşandina dîmenekî têkildarî naveroka pêngavê. Belavkirina 30 pankartên bi nivîsên slogana pêngavê da ku li ser dîwar û têketinên bajar û bajarokan were daliqadin.
  • Belavkirina 10 hezar biroşûrên slogana pêngavê.  146 semîner hatin dayîn û tê de 4 hezar û 785 jin û zilam amade bûn. Bi beşdariya 4 hezar û 785 jin û mêrî, 146 semîner hatin birêve birin.
  • Sernavên semîneran wiha bû ‘Tundiya li dijî jinan û bandora wê li jin û civakê, parçebûna malbatê, zewaca biçûkan, şer û bandora wê li dijî jinan’.
  • Bi hevkariya koma şano ya Kevana Zêrîn şanoyek bi sernavê ‘Jina bi tenê’li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hate pêşandan.
  • Beşdarbûna gelek bernameyên televizyonê û radyoyan. Di dawiyê de hilbijartina mijaran serketî û erênî derbas bû, ji ber têkildarî civakê bi giştî û jinê bû bûn, di gel ku beşdariya mêran ji semîneran re ji bo guhartina hişmendiya mêran, gaveke erênî bû.” QAMIŞLO
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar