Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rêxistina Sara qetilkirina jinan şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina qetilkirin û xwekuştina jinan a li herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna dehan ji jinên Rêxistina Sara, Kongreya Star û partiyên siyasî li qada Jina Azad a Kobanê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara Medlên Şêx Xidir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Em weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin van kiryarên hov û dijexlaqî bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû civakê dikin ku li hember zihniyeta baviksalarî serî hilde. Em wekî jin naxwazin ji aliyê bav, bira û merê em pê re zewicîne bên kuştin. Ev kiryaran ne li gor Kobanê ye. Ji destpêka 2020’an de heta vê gavê 6 jin rastî qetilkirin û xwekuştinê tên. Ji bo vê jî divê her kes xwedî wijdan be û li dijî tundiya li ser jinê bisekine.

Em bang li hemû jinan dikin ku ew çiqasî rastî tundiyê hatin li şûna ku xwekuştinê bila ew beşdarî xebata rêxistinên têkoşîna li hemberî zayenperestiyê, yên mîna rêxistina Sara, Kongreya Star û hwd. bibin. Em soz didin ku em ê bi hev re têkoşîn û xebata xwe li hember hemû rêbazên tundiya li dijî jinê bibin, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de. Em xwedî li keda Arîn, Avesta, Ararat, Zîlan, Bêrîtan, Sara, Hebûn, Silava û Zehreyan derkevin û ev berpirsyartiya me ye.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bimire koletî” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar