Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêxistinên civakî: ‘Bi girtina partiyan siyaset bê hêz dibe’

Rêxistinên sivîl ên civakî yên li heremê têkildarî vekirina doza girtina HDP’ê daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinan xwest ku daxwaza girtina partiyê bê redkirin û banga çêkirina makeqanûneke sivîl ya nû kirin

Navenda Nûçeyan

Gelek Rêxistinên Sivîl (STO) têkildarî vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xistina parlementeriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan. Rêxistinan, diyar kir Tirkiye di mijara girtina partiyan de xwediyê hişeke dramatîk e û wiha gotin: “Ji damezrandina Dadgeha Destûra Bingehîn heya niha 24 partî hatine girtin. Herî dawî di sala 2008’an de ji bo AKP were girtin jî doz li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin. Em wê demê jî li dijî vê biryarê derketi bûn.”

‘Ji bo makeqanûnan xebat bên kirin’

Rêxistinan destnîşan kir ku riya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) de derbas dibe û wiha berdewam kirin: “Divê meclis demildest qanûnên hilbijartin û partiyên siyasî bigire rojeva xwe. Ji bo makeqanûneke sivîl a nû xebat bên lezgînkirin. Bi girtina partiyan siyaset dê bê hêz bibe, welatê me dê ji nirxên demokratîk û endamtiya YE’yê dûr bikeve. Wê têgînên derveyî siyasetê bi hêz bibin.”

“Em STO û rêxistinên sivîl dibên ku girtiya partî û rakirina destnedayîna parlementeran wê tu sûdê nede welatê me û wê pirsgirêkên aborî yên bi pandemiyê  zêde bûn zêdetir bikin, di çarçoveya rêgezên dewleta hiqûqê de wê rê li ber şikestinê veke. Ji ber vê yekê divê dest ji pêkanînên derve hiştina saziya siyasetê bê berdan û reformên qada mafê mirovan, aborî û civakî bên lêzgînkirin. Divê vekirina doza girtina HDP’ê bê redkirin. Em dixwazin ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ev pêşniyarên berçav bên girtin.”

STO û rêxistinên ku daxuyanî destnîşan kirin ev in:  

Baroyên Amed, Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlis, Dersîm, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Wan, Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên Amed, Şirnex, Cizîr, Wan, Mûş, Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeyên Rawêjkarên Darayî yên Amed, Wan, Bedlîs, Odeyên Tabîban ên Amed, Agirî, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Riha, Wan-Colemêrg, Êlih û Şirnex. Şaxên girêdayî KESK’ê yên Amed, Dîlok, Riha, Wan, Dersim, Semsûr, Colemêrg, Çewlik û Şirnex. Odeyên girêdayî TMMOB’ê yên Amed, Êlih, Riha, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Meletî, Xarpêt, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Dersim, Semsûr, Bedlîs. Komeleyên Mafên Mirovan ên Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlîs, Dersim, Amed, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Mereş, Qers, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan û Şaxên Şirnexê. Komeleya Jinan a Rosayê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Nûnertiya Înîsiyatîfa Heq a Amedê, Navênda Giştî ya Komleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û şaxên wê yên Amed û Wanê, Nûnertiya Herem a Amedê ya DÎSK’ê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Amedê, Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz a Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaz Tekstîl a Başûrêrojhilat (GUNTÎAD), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD), Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesaziya Organîzeyê ya Wanê (VOSÎAD), Komeleya Mirovên Karsaz ên Peyaner a Wanê, Odeya Esnafên Ajokar û Otomobîlvan a Wanê, Komeleya Pêşvebirin Lêkolînkirin û Parastina Berhemên Dîrokî-ÇEVDER a Wanê, Şaxa Komeleya Çandê ya Anadolû ya Haci Bektaş Velî ya Semsûrê, Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk a Semsûrê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê, Komeleya Ferhat a Semsûrê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar