Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Rêxistinên Helebce dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin

Serokê Tora Rêxistinên Helebce Erselan Abid û Serokê Rêxistina Kurdistana Kesk a li Helebce, Menzer Elî Basam dagirkerî û êrîşên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin: Armaca dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê PKK ye, divê pêşî lê were girtin.”

Dagirkerî û êrîşên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam e. Herwiha bêdengiya rêveberiya başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê jî berdewam dike. Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî dagirkeriyê jî her ku diçin berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de Serokê Tora Rêxistinên Helebce Erselan Abid û Serokê Rêxistina Kurdistana Kesk a li Helebce, Menzer Elî Basam bi riya ajansa Rojnewsê êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin.

Serokê Tora Rêxistinên Helebce Erselan Abid nerazîbûnên xwe wiha anî ziman: Nakokî derfetê ji xiyatê re di afirîne. Herwiha rêxistinkirina hemû hêza neteweyî hêzê dide dozekê, ji bo ku bi hêz li dijî neyaran rawestîn. Herî dawî de li qada navneteweyî de dibe zextek. Mixabin rêbaza dîrokî di şêwazê siyaset, xebat û şoreşa kurd de bi awayekê bûye ku rêxistinkirina di nava partiyên siyasî asteng kiriye. Lewma hêviya me nîne ku hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê bi awayê xwesteka neteweyekê pêk bînin û hêza wan rêxistin bikin ji bo bi destxistina mafan. Her wiha divê Herêma Kurdistanê sûd ji rojavayê Kurdistanê bigire ku 28 partiyên siyasî kombûne û dest bi xebata kongreya neteweyî kirine.”

 Serokê Tora Rêxistinên Helebce Erselan Abid têkildarî bêdengiya partiyan a li hemberî êrîşên dewleta tirk de jî wiha got: Ew şêwaza xebata hizbên başûrê Kurdistanê dema borî kirine wiha kiriye ku nekarin ji bo mafên rewa yên gelê xwe li dijî dagirkeriyê rawestin.”

Li ser mijara dagirkeriyê Serokê Rêxistina Kurdistana Kesk a li Helebce, Menzer Elî Basam jî ev tişt anî ziman: Yekîtî û yekrêziya nava mala kurd misogeriya parastina destkeftiyên kurdan e. Doza kurd li qada navneteweyî wê pêş bixe. Berevajî, têkçûna yekîtiya gelê kurd wê lewaziyê bîne û dagirker wê roj bi roj zêdetir bikarin Kurdistanê dagir bikin.”

Elî Basam aşkera kir ku dê qet dest ji mafên xwe bernedin û radestî dagirkeran nabe û got ku şer dê ziyanê bigihîne her kesê û ji bo herêmê malwêraniye. Elî Basam aşkera kir ku divê ji aliyê welatan ve mafê gelê kurd were naskirin û wiha got: Mirov li kuderê be, divê mafê xwe bi dest bixe. Ne ku were înkar kirin. Ger mafên gelê kurd bidinê, rê li mafê wan neyê girtin wê demê tu xwîn narije û wê tu darek neşiwete. Ez ji bo Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê dikim. Hêvîdarim ku guhertinên bingehîn pêk werin û dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistanê were rawestandin.”

Menzer Elî Basam têkildarî niyeta dagirkeriya dewleta tirk de jî wiha got: Tirkiye hatiye sînorê başûrê Kurdistanê. Niha hêza xwe ya herêmê zêdetir dike. Armanca wê netenê PKK ye. Ji ber ku Tirkiye li gorî stratejiya xwe weke mîrasê dewleta Osmanî dibîne. Van herêman jî weke sînorê xwe dibîne. Ev jî ji bo herêmê xetereye û pêwîste pêşî lê were girtin.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar