Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rêxistinên jinan ji bo berxwedêran civiyan

Li Londonê organîzasyona ‘Women Strike’ (Greva Jinan) ku gelek rêxistinên jinan di nav de cih digirin, civiya û berxwedana grevên birçîbûnê nîqaş kir

Li Londonê gelek rêxistinên jinan, li Navenda Civaka Kurd a Haringeyê ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê li hev civiyan.

Rêveberên organîzasyona bi navê Women Strike ku sazî û jinên ji gelên cuda pêk tê, bi jinên kurd re li hev civiyan û tecrûbeyên hevpar ên têkoşînê nîqaş kirin.

Nûnerên jinên kurd diyar kirin ku li ser hevparbûna têkoşîn û berxwdanê nîqaş kirine. Piştî civîna jinan, bi tevlîbûna Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne, bi sernavê ‘Grevên birçîbûnê û divê çi bê kirin’ civînek hat lidarxistin.

Di civînê de berxwedêrê greva birçîbûnê Alî Poyraz axivî û armanca xwe ya çalakiyê vegot. Alî Poyraz diyar kir ku hem pêşengiya jinê ya vê berxwedanê, hem jî piştgiriya jinan a berxwedanê watedar e.

Komalaya Addamer ku ji sala 1992’an ve bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên Filistînî dixebite peyamek ji civînê re şand û piştgiriya xwe ya bi berxwedanê re nîşan da.

Piştî axaftinan di beşa duyem a civînê de mijara ‘Divê çi bê kirin’ hate nirxandin û çalakiyên hevpar hatin plankirin. LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar